Jinên Kurd li Fransa, Swêd û Elmanyayê daketin qadan

Li bajarên Rennes û Bordeaûx ên Fransa, paytexta Swêd Stockholm û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi pêşengtiya rêxistinên jinên Kurd de bi dirûşma ji bo azadî û guhertinê çalakî hatin kirin.

BORDEAÛX

Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo azadî û gurhertinê tu jî rabe ser lingan’ li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li qada Grand Theatre yê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd desteserkirina şaredariyên Kurd û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Hevseroka CDK-Bordeaûxê axivî û diyar kir ku wê li her derê faşîzma AKP-MHP’ê tehşîr bikin. Bang li Ewropa kir ku li dijî polîtîkayên Tirkiye serî netewîne.

RENNES

Bi pêşengtiya Komeleya Jinan a Zîn li bajarê Rennesê ji Qada Colombîer heta Qada Rebûblîqûeyê meşek hate kirin. Di meşê de pankarta ‘Ji şer re na, ji Kurdistanê re aştî’ hate vekirin û dirûşmên ‘Jin, jiyan azadî’, ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Ji bo Kurdistanê çareseriyeke polîtîk’ hatin qîrkirin. Her wiha belavokên ku darbeya qeyûm û êrîşên dagirkeriyê vedibêjin hatin belavkirin.

STOCKHOLM

Meclîsa Jinan a Amara jî di çarçoveya heman kampanyayê de li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek kir. Di çalakiya li Qada Odenplanê hate kirin daxuyaniya çapemeniyê ya Meclîsa Jinên Kurd a Amara hate xwendin. Di axaftinên hate kirin de hate gotin heta ku şaredariyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin li gel bê vegerandin wê jin li qadan li ber xwe bidin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî bi pêşengtiya jinên Kurd desteserkirina şaredariyên Kurd hatin protestokirin. Çalakiya li Wassertûrmê hate kirin peyama li dijî desteserkirina vînê li ber xwe bide hate dayîn.