Jin ên ciwan bang li Yekîtiya Ewropayê kirin: Bikevin nava liv û tevgerê

Jin ên ciwan gotin, "Îdeolojî û fikrên Rêber Apo yên hatine tecrîdkirin, ji bo me sedema têkoşînê ne" û meşiyan.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya aktîvîstên TÊKO-JIN ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, girseya gel bi pêşengiya ciwanan ji qada Christian Broda Platzê heta Museumsquartierê meşiya.

Aktîvîstan diyar kirin ku ew vê çalakiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî dikin ku beriya 23 salan hate kirin.

Têkildarî mijarê belavokên bi zimanê Elmanî li derdorê hatin belavkirin.,

Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Stoppt folter gegen Ocalan" (Bes e ji êşkenceya li dijî Ocalan re)" û "EU muss handeln" (Yekîtiya Ewropa divê bikeve nava liv û tevgerê) hildan.

Bi navê TÊKO-JIN daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e û di serî de azadiya jinan e. Ji bo vê jî divê li her qadê bi pêşengiya jin ên ciwan pêvajoya seferberiyê bê destpêkirin. Eger pêwîstî bi fedakariyê hebe divê em ji fedakariya herî mezin re amade bin. Îdeolojî û fikrên Rêber Apo yên tecrîdkirî ji bo me sedema têkoşînê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe em ê li qadan bin."

Di meşê de ku nêzî saetekê dewam kir tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.