Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir pedersen li ser bûyerên dawî yên li Heleb û herêmên cuda yên Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew bûyerên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û got, "Pêşveçûna Heyet Tehrîr El Şam a ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya NY ve weke rêxistina terorîst tê pênasekirin û pêşveçûna komên 'muxalîf' ên çekdar, li xetên eniyê guherînên dramatîk qewimîn. Li welatekî ku 14 sal in şer lê diqewime ev bûyer ji bo sivîlan rîskeke mezin e û ji aliyê ewlekarî û aştiya navneteweyî û herêmê ve jî encamên cidî bi xwe re tîne."
ENCAMA NESERKETINA KOLEKTÎF
Nûnerê Taybet Pedersen bang kir ku ji bo parastina sivîlan û binesaziya sivîl her kes li gorî hiqûqa navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got, "Tişta ku em îro li Sûriyeyê dibînin, nîşaneya serneketina kolektîf e ku ji ber bicihneanîna biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariyê rû da.
SÛRIYE BI METIRSIYA HILWEŞÎNÊ RE RÛ BI RÛ YE
Aliyên Sûriyeyî û hevkarên wan ên navneteweyî yên diyarker, ji bo peydakirina rêya derketina ji şer bi rengekî cidî tevlî danûstandinên esasî û bi wate bibin. Heta ku ev neyê kirin wê Sûriye bi metirsiya parçebûn û hilweşînê re rû bi rû bimîne. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşîgirtina li rijandina xwînê, banga angajmana siyasî ya cidî û lezgîn li Sûriyeyiyan û hevkarên wan ên navneteweyî dikim ku li gorî biryara 2254 a Konseya Ewropayê bala xwe bidin ser çareseriyeke siyasî."