Polîsan êrîşî girseya ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin kirin: 50 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk êrîşî girseya ku li qada Şîşhane ya Stenbolê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin, kir û nêzî 50 kesan binçav kirin.
Polîsên Tirk êrîşî girseya ku li qada Şîşhane ya Stenbolê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin, kir û nêzî 50 kesan binçav kirin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê li qada Şîşhane li hev civiyan. Gelek kesên ku parlementerên DEM Partî jî di nav de bûn hatin dorpêçkirin. Polîsên Tirk êrîşî girseya ji derveyî dorpêçê ku vê pêkanîna keyfî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” protesto kirin, kir û 50 kesan bi êşkenceyê girtin.
Tevî hemû êrîş û binçavkirinan jî girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext nikarin me biçewisînin” li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê meşiyan.