TEV-ÇAND Ewropayê: Li dijî êrîşan destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin
TEV-ÇAND Ewropayê têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyaniyek da û bang li hunermend û rewşenbîran kir ku li dijî êrîşan destkeftiyên Rojava biparêzin.
TEV-ÇAND Ewropayê têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava daxuyaniyek da û bang li hunermend û rewşenbîran kir ku li dijî êrîşan destkeftiyên Rojava biparêzin.
Tevgera Çanda Kurd a Ewropayê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û bang li hunermend, rewşenbîr û dostên Kurdan kir ku piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ku di tevahiya dîrokê de, bi daxwaza qirkirina gelê Kurd serî li hemû rêbazên qirêj û komkujiyan daye, ligel çeteyên hov li dijî Rojava êrîşeke nû daye destpêkirin û wiha hate gotin: “Bi hedefgirtina qadên jiyanê yên sivîlan û bi dorpêçkirinê dixwaze hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rake û Kurdan têk bibe. Bi rêya çeteyên faşîst ên paşverû hewl tê dayin ku kaos û şerê li Sûriyeyê ji nû ve bê mezinkirin. Bi vê armancê, çeteyên ku Tirkiye wan diparêze û bi rê ve dibe, destpêkê êrîşî Helebê kirin, piştre jî berê xwe dan Hama û bajarên din. Di heman demê de êrîşên dagirkeriyê li ser Şehbayê hate destpêkirin. Ji aliyê din ve li ser tevaiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş têne kirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca sereke ya dewleta Tirk a qirker ew ku Rêveberiya Xweser ji holê rake û Rojhilata Navîn bike gola xwînê û wiha hate gotin: “Eşkere ye ku ev plana ku parçeyek ji şerên berjewendiyên li ser Rojhilata Navîn e, di bin rêveberiya hêzên cîhanê de pêk tê. Dewleta Tirk jî vê yekê wekî derfetekê dibîne û li dor armancên xwe yên nijadperest dixwaze nijadkujiyekê bike.
‘DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA ROJAVA BIPARÊZIN’
Ji ber vê yekê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, erka me ya sereke ew e ku em piştgirya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîna gel hatiye avakirin, mezintir bikin. Rojava hîmek herî esas ya ku çandewariya Kurdî diparêze ye. Heqîqeta ku tê xwestin bi komkujiyê holê bê rakirin ew rastiya ku bi ruhê Kobanê ve veguheriya ruhê jiyana azad e ku gelê Rojhlata Navîn re bûye hêvî. Ji ber vê yekê her kesên ku bi ruhê hunerê ve ji gelê xwe ve girêdayî ye divê bibe xwedî sekn û helwestek bibandor ku wan helwestên gemar vala derxîne. “
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li hemû hunermend, rewşenbîr û derdorên dost dikin ku bi ruhê seferberiyê piştgiriya Rêveberiya Xweser a nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê dike, bikin. Divê hunermendên me, dostên me û ronakbirên civakê li her derê ku gelê me di nav liv û tevgerê de ye, tevlî bibe û ji bo parastina şoreş û destkeftiyên Rojavayê bixebite. Bi taybetî divê hunermend bi zanebûna pêşengtî û ruhê civakê ne li dijî êrîşên terorî yên dewleta Tirk a qirker bi ruhê Kobanê biheriqin qadan, piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, destkeftiyên Şoreşa Rojavayê biparêzin û xwîndariya rûyê dîktator Erdogan li her derê teşhîr bikin. Dakevin kolanan û bi çalakî û protestoyan berteka xwe mezin bikin."