QSD: Divê her kes bi erka xwe ya dîrokî rabe

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ev bang kir: “Banga me ji bo hemû ciwanên herêmê ew e ku cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin û tevlî nava refên QSD, YPJ-YPG bibin.”

QSD'Ê BANGA SEFERBERIYÊ KIR

Fermandariya Giştî ya Hêsên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî pevçûnên li herêmê daxuyaniyek weşand û banga seferberiyê kir.

Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:

“Di nava vê heftiyê de êrîşeke pir berfireh diqewime û guhertinên bingehîn çêdibin. Hêzên rejîma Şamê di serî de li Helebê, li gelek herêman hilweşiya. Bêguman ev êrîş yekser ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê rêvebirin û armanca wê dagirkirina hemû xaka Sûrî ye. Lê bi taybetî jî herêmên rêveberiya xweser kirine armanc. Bi vî rengî jî naxwazin gelê herêmê bi Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê êrîşek berfireh li ser herêmên reveberiya xweser heye.

Her wiha planeke qirkirinê ya berfireh li ser gelê me yê Şehba û Helebê heye. Ev rewş ji bo tevahî gelê Sûrî û bi taybetî ji bo herêmên xweseriya demokratîk rewşeke dîrokî û heyatî ye. Armanca van êrîşan ne tenê herêmên di bin serweriya QSD’ê de ye, bi giştî dagirkirina xaka Sûrî ye. Ango dixwazin tola xwe ji hemû gelên herêmê bigrin.

Ev çend rojin şervanên me çi li eniya Minbicê, çi li eniya rojavayê Firatê be berxwedaniyeke mezin û şerekî bê hempa li dijî van êrîşan dimeşînin.

Bêguman Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi hemû pêkhateyên wê, çawa ku di rizgarkirin û parastina herêmê de heya niha bi erka xwe rabû û rol leyîst, wê ji vir û şunde jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe û bedelê wê çi dibe bila bibe, ew ê li hemberî van êrîşan raweste. Wê bi erka xwe ya dîrokî ya parastina herêmê û parastina gelê Sûrî rabe. Di vê mijarê de bila gûmana ti kesî nebe. Lê belê ev şer şerekî dîrokî ye û divê gelê herêmê bi awayek çalak di nava vî şerî de cih bigre. Divê li ser hîmê seferberiya giştî tevbigere û bi hêzên xwe yên parastinê re çi QSD be, çi jî asayîş be divê li rex wan bi awayekî hevbeş kar bike.

Di van rojên dîrokî de daxwaza me ji gelê me ewe ku ji bo parastina gundê xwe, bajarê xwe û tevahî herêmê, divê gelê me mil bi mil di eniyên parastinê de di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi erka xwe rabe.

Bi taybetî banga me ji bo hemû ciwanên herêmê bi Kurdê xwe û Erebê xwe, bi Suryan, Asûr û Ermenê xwe, bi Tirkmen û Çerkezê xwe divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigrin û tevlî nava refên QSD, YPJ-YPG bibin.

Em dibêjin ku ev şerê heyî şerê namûs û însaniyetê ye. Şerê kerameta gelan e. Şerê hemû nirx û hîmên mirovî û azadiyê ye. Li hemberî tarîtiya zihniyeta DAÎŞ û Erdoganî’yan şerê ronahî û serfiraziyê ye. Ev şer şerê serkeftina mezin û misogerkirina jiyana hevbeş a xwûşk û biratiya gelane.

Careke din em dibêjin bila keç û xortên herêmê tevlê nava refên QSD’ê bibin û di avakirina pêşerojeke azad de bi erka xwe ya dîrokî rabin. Baweriya me tame ku emê tevî gelê xwe û bi beşdarbûna çalak a ciwanan nava refên QSD’ê em ê karibin vê êrîşê pûç bikin û planê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê encam bihêlin.”