Gelê Kurd êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir

Kurdên li Bakurê Kurdistanê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ HATIN PROTESTOKIRIN

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ,li Bakurê Kurdistanê hate protestokirin.

AMED

Êrîşên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat protestokirin. Girseya ku li navçeya Peyasê hate gel hev, li Parka Rojava daxuyanî da.

Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê belav bûne, gelê Şehba, Tel Rifat û Helebê di bin xeteriyeke cidî de ne. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku di têkoşîna parastina Rojhilata Navîn a aştiyane û nirxên mirovahiyê de bi Rojava re bibin yek.”

Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku dewletên netewe û hêzên emperyal li dijî jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin êrîş pêk anîne û naxwazin ev gel bi hev re bijîn û got, “Divê em li dijî şer û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku her kêlî pêş bikevin bên cem hev. Ji bo parastina vê modelê divê her kes di serî de jin, sosyalîst û parêzvanên azadî dengê xwe bilind bike.”

COLEMÊRG

Rêxistina DEM Partî ya Geverê desteserkirin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Girse beriya daxuyaniyê ji avahiya navçeyê heta navenda sûkê bi dirûşmeyan meşiyan.

Rêveberê DEM Partiyê Resul Temel piştî meşê metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Çeteyên ku HTŞ û SMO’yê pêşengiyê dikin, êrîşî Helebê dikin. Ev êrîş ji aliyê çeteyên paramîlter ên girêdayî desthilatdariya AKP-MHP’ê ve tên kirin. Em ê bi hêzên ked û demokrasiyê re li dijî polîtîkayên dijminatiya Kurd a desthilatdariyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, rawestin.”

ŞIRNEX

Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Silopiyayê tekildarî êrîşên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî  daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat hilgirtin û dirûşmên, "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk di daxuyaniyê de anî ziman ku bi êrişan deskeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tên girtin û wiha got: “Em bang li hemû dinyayê dikin.  Li Rojava li pêş çavê hemû cîhanê şerê mirovahiyeyê hat dayin. Îro parastina Rojava ne tenê berpirsyariya gelê Rojava lê berpirsyariya hemû cîhanê ye. Li dijî van êrîşan divê em tifaqa xwe çêbikin û dest bidin hevdû.”

'ROJAVA NE BI TENÊ YE'

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bi lêv kir ku komên paramîlîter ên êrîşî Helebê kirin, berdewamiya DAÎŞ’ê ne û wiha pê dê çû: "Bi van êrîşan tê xwestin ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew bûyerên ku li Rojava û Sûriyeyê diqewimin, raste rast giredayî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ne. Ev şer, li Rojhilata Navîn pêk te. Bi vî şerî dixwazin gelan bifetisînin. Yên ku li dijî vî şerî dertên jî weke Şoreşa Rojava dibin hedef. Dema DAÎŞ’ê li Mûsilê dest pê kir û berê xwe da Kobanê, îro jî li Helebê dest pê kirin û berê xwe didin Minbicê. Ew yek ne tiştekî rasthatî ye. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew êrîş ne ji aliyê mislimantî û ne jî ji aliyê mirovatiyê vê nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê divê li dijî vê qeyranê bêdeng nemînin. Divê gelê Kurd bizanê ku Heleb, Amed e. Parastina destkêftiyên Kurdan erka her Kurdekî ye. Bi rihê Kobanê li Rojava seferberî hat ragihandin. Divê li her deverî Kurd deng bidin dengê yekitî û Rojava. Em li şoreşa Rojava xwedî derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Parastina wê ya mirovahiyeyê tevahiyê ye. Bi ruhê ‘Jin, jiyan, azadî’ şoreşa Rojava li dinyayê bûyê mînak. Yên ku dixwazin vê mînakê ji holê rakin. Rojava ne bi tenê ye. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Em ê destkêftiyên Rojava li her derê biparêzin."

 Daxuyanî bi çêpik û dirûşman bi dawî bû.

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlementerên DEM Partî yên bajêr Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Parlementer û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdisan (KKP) Sînan Çîftyurek û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê platformê Engîn Işik daxuyaniyê xwend. Işik bal kişand ser desteserkirinên qeyûmê.

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Em bang li Kurdistanî û gelên cîhanê dikin ku li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û bikevin tevgerê.”