Şandeya navneteweyî serdana OHD'ê kir: Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
Şandeya navneteweyî serdana OHD'ê kir. Di serdanê de nerazîbûn ji tecrîda li Îmraliyê re hate nîşandan û hate destnîşankirin ku gelekî girîng e tecrîd bê şikandin.
Şandeya navneteweyî serdana OHD'ê kir. Di serdanê de nerazîbûn ji tecrîda li Îmraliyê re hate nîşandan û hate destnîşankirin ku gelekî girîng e tecrîd bê şikandin.
Şandeyeke navneteweyî ku ji rojnameger, parlamener û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, bi armanca ku derheqê rewşa Rêber Apo a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û tecrîdê de agahî bigirin, piştî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, çû serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD). Şande, ji hêla Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak û gelek hiqûqnasan ve hate pêşazîkirin.
Serhat Çakmak di hevdîtinê de têkildarî xebatên komeleyê agahî da. Çakmak, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye û ev rewş bi awayekî sîstematîk didome. Dem bi dem hevdîtinên bisînor hatin kirin. Tecrîda li Girava Îmraliyê bênavber didome. Tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo komeleya me pir girîng e. Ji ber ku em dizanin ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rakirina tecrîdê pêkan e. Lewma ji bo rakirina tecrîdê weke komele em hewl didin. Gelek parêzeran ji bo rakirina tecrîdê serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê hêj tu bersiv nehatine dayin.”
Bi domdarî Çakmak anî ziman ku hemû binpêkirin ji ewil li Girtîgeha Girava Îmraliyê dest pê dikin û got ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bicih nayîne û mîna tecrîdê gelek binpêkirin li Îmraliyê ketine meriyetê. Çakmak, diyar kir ku ji ber vê sedemê rakirina tecrîda li Îmraliyê gelek girîng e.
Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Eda Onal jî xebatên komeleyê bi bîr xist û got ku got ku endamê komeleyê Bedîrhan Sarsilmaz di dema danişînê de hatiye binçavkirin û girtin.
Şandeyê, da zanîn ku têkildarî tecrîdê mîna OHD’ê difikirin. Şandeyê diyar kir ku sepanên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dikevin meriyetê, li bandorê li girtîgehên din jî dikin û têkildarî sepanên li girtîgehên Tirkiyeyê, peywirên Lijneya Îdare û Çavdêriyê, taloqkirina tehliyeyan û hwd. pirsên mereq dikirin, pirsîn.
Endamên OHD’ê jî bersiva pirsên wan dan.