Li Midyadê 2 jin hatin binçavkirin
Li Midyadê 2 jinên ji ber ku dema leşkerên Tirk ên dagirker malzemeyên otobusan radikirin qeyd kirin, hatin binçavkirin.
Li Midyadê 2 jinên ji ber ku dema leşkerên Tirk ên dagirker malzemeyên otobusan radikirin qeyd kirin, hatin binçavkirin.
Operasyona dagirkeriyê ya li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi hefteyan didome. Leşkerên Tirk ên dagirker bi hinceta “qedexe ye” ji koçeran xwestin ku ji herêmê derkevin.
Di 25’ê Mijdarê de kêliyên ku leşkerên artêşa Tirk ên dagirker li herêma di navbera navçeya Midyad a Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê de alavên otobusan radikirin, bi dîmenên telefonên destan hatin tomarkirin. Hat diyarkirin ku piştî dîmen hatin weşandin, dagirkeran bi ser konên koçeran de girtin û bi hinceta ku dîmen tomar kirine, dayik û keça ku navê wan nehat zanîn binçav kirin.
Hat destnîşankirin ku dayik û keça wê ya hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Midyadê.