Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Belçîka Brukselê daxuyanî hate dayîn.
Çalakvanên ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) li qada Luksemburg ya li ber Parlamentoya Ewropayê li hev civiyan, gelek caran dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
Di çalakiyê de pankartên "Rojava biparêzin" û "Ji bo Rojava rabe ser piyan" yên bi zimanên Îngilîzî û Flemanî hatin vekirin, posterên Rêber Apo û sembolên aîdê Rêveberiya Xweser hatin hilgirtin.
‘JI BO ROJAVA RABE SER PIYAN’
Beriya daxuyaniya çapemeniyê Berpirsa Komîteya Dîplomasiya PYD'ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed, Endamê Meclîsa Ewropayê ya Rêveberiya Xweser Dr. Abdulkerîm Omer, Endamê Komaleya Hêvî Ekrem Hemo û Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye Mihemed Hebo axivîn. Di axaftinan de bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî dan. Her wiha bertek nîşanî bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî êrîşan dan.
Piştî daxuyaniyê Hevserokê NAV-BEL’ê Tahir Orak axivî. Orak bertek nîşanî êrîşan da û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Di daxuyaniyê de jî daxwaza rawestandina êrîşên li dijî herêmên Kurd hat kirin û hate bibîrxistin ku artêşa Sûriyeyê li dijî êrîşan li ber xwe nedaye û wiha hate gotin: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana hevpar û demokratîk dikin hedeg. Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Pir eşkere ye ku dewleta Tirk van êrîşan koordîne dike. Rojava rûbirûyê komkujiyeke nû ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên eleqeder û civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî rabin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nehêlin û wiha hate gotin: “Em bang li Kurdistanî û dostên wan dikin ku weke di dema Kobanê de berê xwe bidin Rojava û li her derê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”