Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ragihand ku ew e nehêlin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî destkeftiyên Rojava û hêviya ku di gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de afirandiye tune bikin û diyar kir ku ew ê weke li Kobanê xaka Rojava bi bilindkirina ala şoreşgerî ya enternasyonalîst biparêzin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoraşa Rojava ku faşîzma AKP-MHP’ê her tim bi êrîşên hewayî û dagirkeriyê gef lê dixwe, rojên awarte dijî û hate destnîşankirin ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze tarîtiya DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike û gelên Sûriyeyê ceza bike.
Em ê nehêlin ku desthilatdariya faşîst ne li Rojava û ne jî li xaka Tirkiye- Kurdistan bi ser bikeve. Em bang li gel, kedkar, jin û ciwanên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku ji bo parastina Rojava li her qadê beşdarî çalakiyan bibin û di parastina Rojava de eniyê mezin bikin.
Divê li dijî siyaseta dagirkeriyê ku desthilatdariya faşîst li Rojava dimeşîne, hemû metropol bibin qadên çalakî û berxwedanê. Divê li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemînin û bi seferberkirina hemû derfetan çalakiyên piştevaniyê bên lidarxistin. Di heman demê de divê desthilatdariya AKP-MHP’ê û hevkarên wî li her derê bi çalakiyên şoreşgerî hedef bên girtin. Di vê wateyê de erk û berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê Milîsên me yên HBDH’ê.
Em ê weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan li her derê ku lê ne li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û rê nedin artêşa faşîst û çeteyên wî. Em ê li çiyayan bi gerîlayên azadiyê, li bajaran bi milîsên me, li zindanan bi hevrêyên me li dijî faşîzmê têbikoşin.”