''Ji mirina xaziyê Pirsûsê dewleta Swîsre berpirs e''
Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê Sezgîn Dag, xaziyê Pirsûsê bi bîr anî û got ji mirina Dag dewleta Swîsre berpirs e.
Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê Sezgîn Dag, xaziyê Pirsûsê bi bîr anî û got ji mirina Dag dewleta Swîsre berpirs e.
Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AVEG-KON) Sezgîn Dag, xaziyê Pirsûsê ku beriya bi çend rojan li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di mirina Dag de xemsariya dewleta Swîsreyê heye û got, ''Dewleta Swîsreyê li gel ku rewşa tenduristiyê ya hevrêyê me li ber çavan bû jî, li şûna ku serlêdana îltîcaya siyasî demildest qebûl bikira û tedawiya wî bikira, ew li Kampa Penaberan a Lyssê bi cih kir. Hevrêyê Sezgîn derbên fizîkî û psîkolojîk ên giran xwaribûn, bi ser zehmetiyên jiyana penaberî jiyaye bi dilê wî giran hat.''
Di daxuyaniyê de hate gotin dema ku Sezgîn çûye nexweşxanê jê re hatiye gotin, ''tiştekî te nîne'' dîsa li kampê vegerandine, ji ber xemsarî nexweşxanê, piştî ku cara pêşî çûye nexweşxanê bi çend saetan rewşa wî giran bûye û jiyana xwe ji dest daye.