Ji FEDA’yê li dijî desteserkirinê banga berxwedanê

FEDA’yê li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê banga berxwedanê li her kesî kir.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) der barê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê de daxuyaniyek nivîskî da. FEDA’yê li dijî desteserkirinê banga berxwedanê li ser hesî kir.

FEDA’yê anî ziman ku desthilata faşîst a AKP/MHP’ê ku polîtîkayên yezît dimeşîne û got: “Desthilata faşîst bi vî rengî hewl dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk bibe û têkoşîna wan a demokrasiyê bitepisîne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo gelan bitepisîne serî li hemû sextekarî û bêhiqûqiyan dide. Li dijî desteserkirina vîna gel em banga mezinkirina berxwedanê li her kesî dikin.”