Ji bo şehîd Roşna Egîd li Lozanê konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo şehîd Roşna Egîd (Zulfiye Bînbîr) ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de bû şehîd, li Lozanê konê sersaxiyê hat danîn.

Şervana Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) Roşna Egîd ku 2’yê Îlona 2023’yan di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de li Rojava bû şehîd, li bajarê Lozan ê Swîsreyê konê sersaxiyê hat danîn.

Konê sersaxiyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Lozan) hat danîn. Malbata Roşna Egîdê yên ji bo sersaxiyê hatin, pêşwazî kirin.

 ‘EM Ê LI TÊKOŞÎNA GERÎLA BIBIN XWEDÎ’

Destpêkê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axavtin hat kirin û bi pişt re rêz hat girtin. Hatîce Kandal ku li ser navê Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) sersaxî ji bo malbatê xwest, diyar kir ku dewleta Tirk bi taybetî têkoşîna jinên Kurd ji xwe re dike armanc û got: ‘’Ne tesaduf e ku jinên di xeta azadiyê ya Rêber Apo de têdikoşin, tên armanckirin. Li dijî van êrîşan li ser esasê azadiya jinan em ê li têkoşîna gerîla bibin xwedî.’’

 ‘SER LI BER JIYANA FEODAL RAKIR Û GIHÎŞT TÊKOŞÎNA AZADIYÊ’

Birayê Roşna Egîd û hevserokê CDK Lozanê Zulfu Bînbîr got: ‘’Di serî de Rêber Apo, bila serê gelê me sax be. Şehîdê me şehîdê Kurdan e. Roşna Egîd ser li ber jiyana feodal rakir û gihîşt têkoşînê û li çar aliyên Kurdistanê têkoşiya.’’

Zulfu Bînbîr anî ziman ku Roşna Egîd xeta berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye esas û wiha axivî: ‘’Îro ku ev xeta berxwedanê gaveke din jî nêzê biserketinê bûye, bi têkoşîna bi dehan salan a hevalên me yên Roşna Egîd e ku jiyana xwe di ber têkoşînê de daye. Em ê vê têkoşînê ji xwe re bikin esas û li mîrateya bi dehan salan a hevala xwe Roşnayê bibin xwedî.’’