Hollanda wê dest bi kontrola sînorên xwe bike

Hikûmeta rastgir a Hollandayê ya bi polîtîkayên xwe yên li dijî penaberan tê naskirin, ragihand ku ew ê piştî 9’ê Kanûnê li ser hemû sînorên xwe dest bi kontrolan bikin.

Hollanda jî wê weke Elmanyayê serî li sepana kontrola sînoran bide. Hikûmeta Hollandayê ya rastgir ragihand ku ew ê di bin navê tedbîrên li dijî penaberên qaçax de li ser sînorên xwe kontrolên zêde pêk bîne. Biryar ji aliyê Wezîra Koçberiyê ya Hollandayê Marjolein Faber ve hate ragihandin.

‘WÊ BANDORÊ LI GERA SERBEST NEKE’

Di çarçoveya vê biryarê de ku wê di 9’ê Kanûnê de were sepandin, hemû sînorên Hollandayê werin kontrolkirin. Faber destnîşan kir ev yek bandorê li gera serbest a endamdewletan nake. Her wiha di destpêka salê de Faber ji Brukselê re ragihandibû ku ew dixwazin ji berpirsiyariyên koçberan ên YE’yê derkevin.

ÇARÇOVEYA KONTROLA SÎNORAN NAYÊ ZANÎN

Siyasetmedarî Hollandî Geert Wilders ê ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî koçberan tê naskirin,  di parvekirineke xwe ya li ser medyaya dijîtal de got ku Partiya Azadiyan (PVV) ‘bi ser ket.’ Wilders ev deh sal in bang dike ku sînorên Hollandayê werin girtin.  Her wiha Faber a nûnera partiya Wilders têkildarî daxuyaniya xwe ya kontrolkirina sînoran de planeke şênber jî eşkere nekir.

Di navbera Hollanda û cînarên wê Elmanya û Belçîlayê de gelek deriyên sînor hene. Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku Elmanyayêê jî meha borî li ser sînorên Fransa, Hollanda, Belçîka, Lûksemburg û Danîmarkayê dest bi heman kontrolan kiribû.