Heyva Sor ji bo koçberên li ser sînor alîkarî şand -NÛ BÛ

Hevya Sor ji bo koçberên li ser sînor asê mane, alavên ji bo alîkariya lezgîn şand. Mûhîttîn Adanir bang li xêrxwazên li Ewropayê kir ku bila tora hevgirtinê ya bi Heyva Sor xurttir bikin.

Heyva Sor a Kurdistan û saziya Elman a bi navê Wir packen’s an Nothilfe für Gefluhtete e.V (Wir packen’s an) ji bo şandina alavên alîkariya lezgîn a ji bo koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê, hevkarî kirin.

Di organîzasyona alîkariyê de ji bo du hezar kesan xwarin, kinc, powerbank, sol, mont, betanî û hatin kirîn û îro ji herêma sînor re hate şandin.

Nûnerê Heyva Sor Mûhîttîn Dolaşir diyar kir wan pêdiviyên koçberan li gorî şertên zivistanê amade kirine û got “Me bi saziya dost a bi navê Wir packen’s an re ji bo alîkariya koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê alîkarî amade kir. Me şal, mont û bi taybetî ji bo zarokan sol û powerbankên ji bo telefonan kirî. Wê komeleya Wir packen’s îro van tiştan bigihînin wir. Bi taybetî jin û zarok li wir perîşan bûne. Me jî xwest li gorî derfetên xwe alîkariyê bigihînin wir.”

‘BILA GELÊ ME DEV JI WELATÊ XWE BERNEDE’

Nûnerê Heyva Sor diyar kir ku divê mirov dev ji welatê xwe bernede û got “TC, PDK, AKP û malbata Barzanî dixwaze welatê me vala bike. Bi qasî agahiyên ku me bi dest xistine, piraniya wan ji herêma Duhokê ne û bi pasaporta TC’yê ew anîne ser sînorê Belarûs û Polonyayê. Ji ber vê em naxwazin gelê me dev ji welatê xwe berde. Ewropa wekî bihuştê tê nîşandan lê ne wisa ye. Bi qasî 200 kes hatin vegerandin. Wan jî diyar kirin ji birçîbûn, serma û tîbûnê perîşan bûne.Dewleta Tirk dixwaze van mirovan bi kar bîne û li ser dewleta Ewropayê zextan bike. Berê jî koçber anîbûn ser sînorê Yewnanistanê û xwestibû zextan li van welatan bike. Divê gelê me nebe amûra lîstikên dewleta Tirk û malbata Barzanî û divê li welatê xwe bimîne.”

TU DEWLET ALÎKARIYA WAN NAKE

Dolaşir bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku bila tişta ji destê wan tê bike û got “Divê xêrxwazên li Ewropayê tora hevgirtinê ya bi me re geştir bikin. Me li ser medyayê û li ser rûpela xwe ya fermî nimreya hesabê bankê belav kiribû.Em jî alîkariyê digihînin gelê xwe yê li wir. Mirovên me di navbera wan sînoran de asê mane û tu dewlet alîkariya wan nake. Em Heyva Sor ferqê naxin navbera ziman û nasnameya mirovan û alîkariya wan dikin.”

WÎR PACKEN’S AN: HEVKARIYA ME GELEKÎ GIRÎNG E

Hejmaryarê Giştî yê Wir Packen’s Anê Axel Grafmanns jî spasî li Heyva Sor kir û got “Saziya me ji bo penaberan dixebite. Ji bo koçberên hatine sînorên YE me û Heyva Sor hevkariyek kir. Em ê alavên ku bi bexşên Heyva Sor hatibûn kirîn îro bişînin ji herêmê re. Bi alîkariya Dîe Lînke Saksonya me 7,5 ton alîkarî şand koçberên li ser sînorê Belarûsê. Bi saya alîkariyên maddî em alavan dikirin û ji wir re dişînin. Nûçeyên mirina ji serma û birçîbûnê ji wir tên. Vê hevgirtina me tê wateya protestokirina polîtîkaya li ser koçberan jî.”