Heyva Sor a Kurdistanê Cejna Qurbanê pîroz kir

Saziya alîkarye ya netewî Heyva Sor a Kurdistanê Cejna Qurbanê pîroz kir û ji bo hevkarî û piştevaniyê bang kir.

HEYVA SOR A KURDISTANÊ

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Cejna Qurbanê ev peyam da:

"Ya ku cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye. Li gel hemû êş û azaran jî Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û Cîhana Îslamî pîroz be.

Bi salan e gelê Kurd ji ber siyasetên şer û neheqiyê, cejnê di nava xemgîmniyê de pêşwazî dike. Bi vê têgehê Heyva Sor a Kurdistanê ji ber rewşên aloz, karîbû bi hezaran malbatên muhtac re bibe alîkar.

Heyva Sor a Kurdistanê wek her sal îsal jî kampanyaya qurbanê meşand û ji roja yekem ya cejnê qurbanê ve alîkarîyên qurbanan li gelek deverên Kurdistanê wê ji malbatên mexdûr û xizan were belavkirin.

Em wek Heyva Sor malavayîya van kesên beşdarî kampanyaya me ya qurbanê bûne dikin. Di nava rewşên kambax de, tişta ku êş û azarê mirovan kêm dike, hevkarî û piştgirî ye. Cejn, parvekirina êş û kedera kesên xizan û muhtac e. Cejn; bawerî, biratî û geşkirina dilê zarokên li benda alîkariyê ye.

Bi hêviya ku bibe wesîleya aramî û aştiyê, em Cejna Qurbanê di serî de gelê Kurdistanê, li tevahiya Misilmanan pîroz dikin."