Hevdîtinên Enqerê-YE'yê: YE gavên berbiçav dixwaze

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu bi navê 'normalkirin'a têkiliyên bi YE'yê re wê rêze hevdîtinan bike. Rayedarên Ewropî jî bi guman nêzî li daxuyaniyên bi niyet dikin û dixwazên gavên berbiçav werin avêtin.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk piştî nîvro wê li Brûkselê bi Nûnerê Paye Bilind ê Polîtîkaya Karê Derve ya YE'yê Josep Borrel re hev bibîne. Çavûşoglu roja înê jî wê ji hêla Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel û Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ve were qebûlkirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê Ewropî wê şertên normalbûnê ya bi Enqerê re deynin holê û ser çalakiyên 'êrîşkar' ên Enqerê nesekinin.

Tê diyarkirin niyeta nermikirina têkiliyan a Recep Tayyîp ji hêla Ewropiyan ve tê notkirin.

Lê li gorî berdevkê Borrel Peter Stano YE bi guman nêzî, 'daxuyaniyên niyetê' dibe û 'gavên berbiçav dixwaze.''

Wezîrê Karê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn ji AFP'ê re axivî û got, ''Em hêvî dikin gotinên Serokkomarê Tirk li bara YE'yê bilez veguhere ser gavên berbiçav û domdar ku niyeta baş ispat dike.''

Asselborng got lê ,''kesek ne bi wê niyetê ye ku kesek binixumîne'' û diyar kir, ''Yekît Ewropa biryardar e ku li pey ber berjewndiya xwe, dewletên endam bisekinie û aramiya herêmî biparêze.''

Mijarên rageşiyê yên bi Tirkiyê re pir zêde ne. Lihevnekirinên Qibris û Yewnanîstan, dagirkerî û destwerdana dewleta Tirk a li Sûrî, Libya, Qerebaxê, binpêkirina ambargoya çekan a NY'yê ya li Libyayê û çalakiyên êrîşkar ên leşkerî yên li Deryaya Rohilat weke mijarên sereke têne rêzkirin.

Rêveberên YE'yê Tîrmeha 2020'an destê xwe dabûne Erdogan lê Erdogan red kiribû li ser vê dewletên YE'yê meha Kanûnê biryara guşaran li ser Tirkiyê standibûn.

Tê diyarkirin Ewropî wê navên nû li lîsteya guşarê ya Mijdara 2019'an zêde bikin, di vê lîsteyê de halê hazir du rêveberên Turkish Petroleum Corporation (TPAO) jî hene û ev kes nikarin biçin YE'yê û mal û rastemala wan hatiye sekinandin.

Asselborng got, ''Li ser lîsteyê xebat didomin. Tevlîhev in û encamên wê, dîroka wê û kengî wê temam bibe hê zû ye ku mirov tiştekî bibêje.''

Li gorî dîplomatekî Ewropyî 25'ê Çile di civîna wezîrên karê derve yê YEyê de dibe ku li ser gelek navan lihevkirinek çêbibe.

Her wiha tê payin ku Josep Borrel raporekê têkilî têkiliyên siyasî, aborî û bazirganî yên Tirkiyê û YE'yê bide, di civîna Adarê de ya rêveberên Ewropî vê vebijêrkên nû were danîn. Ji ber vê du meh li ber Tirkiyê ne da ku YE'yê qanih bike.

Borrel got, ''Ji bo ku em bi Tirkiyê re diyalogê bidin destpêkirin gelek tişt hene ku divê werin kirin'' û pênebawariya xwe ya bi daxuyaniyên Tirk destnîşan kir.

Dîsa li gorî nûçeya AFP'ê piştî ku Joe Bîden hate ser kar ji bo Erdogan ku desteka Emerîka ji bo wî nema ba qulibiye. 

Rayedarekî Ewropî got, ''Mal hildiweşe û çîna navîn ji pişt (Erdogan) vedikişe.''