Hejmara nû ya kovara Ciwanên Welatparêz derket
Hejmara meha Îlon-Cotmehê ya Kovara Ciwanên Welatparêz bi manşeta “Bi Ruhê Apoyî ya ku Komployê Parçe kir re Bibe Yek û Bi Rêber Apo re Azad Bibe” derket.
Hejmara meha Îlon-Cotmehê ya Kovara Ciwanên Welatparêz bi manşeta “Bi Ruhê Apoyî ya ku Komployê Parçe kir re Bibe Yek û Bi Rêber Apo re Azad Bibe” derket.
Hejmara nû ya kovara Ciwanên Welatparêz bi manşeta “Bi Ruhê Apoyî ya ku Komployê Parçe Kir re Bibe Yek û Bi Rêber Apo re Azad Bibe” derket. Di kovarê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê, “Hûn Çawa Dikarin Bi Mîlyonan Kesan di Odeyeke Biçûk de Bigirin” cih digire.
Di beşa Ciwan û Jinên Ciwan de jî di bin 3 sernavên cuda de xitabî ciwanan tê kirin.
Di beşa “Jiyana Gerîla” de notên derbarê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de cih digirin.
Di beşa “Nirxandinê” de nivîsên bi sernavên “Bakur Mifteya Şoreşa Azadiyê ye”, “Dilê PDK’ê bi Xiyanetê re Lêdide”, “Jiyana Kurdistanî Rêgeza Azadiyê Biafirîne” û “Di Komploya Navneteweyî de Rola PDK-Barzanî” cih digirin.
Di beşên “Kurdistan û Dîrok” û “Çand û Huner” de agahiyên derbarê dîrok û hunerê cih digirin. Di beşa “Ji Edîtorê” de Karîkatur û nasandina pirtûka “Li Îmraliyê 9 Roj” cih digire.
Hûn dikarin bi navnîşanên li jêr xwe bigihînin hemû hejmarên kovara Ciwanên Welatparêz: