Gûstafsson: Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan

Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re û Însiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî û Azadî ya li Swêdê xebatan dike, girtinên dewleta Tirk a li ser HDP’ê şermezar kir û daxwaza berdana girtiyên siyasî kir.

Serokê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re û Însiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî û Azadî Benny Gûstafsson nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zext û girtinên li ser HDP’ê hate kirin, da bang li Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde kir. Gûstafsson daxwaza azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê kir.

Piştî 10’ê Hezîranê derket holê ku ti têkiliya Kurdan bi qetilkirina Serdozgerê Swêdê Olof Palme ve nîne û şûnde gelek saziyan daxwaza lêborînxwestina Swêd a ji Kurdan û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê kiribû rojev.

Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re û Însiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî û Azadî Banney Gûstafsson ê bi vîdeoyeke dîmen li ser tevnên dijîtal parve kir, diyar kir ku demê dawî her diçe Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe. Gûstafsson anî ziman ku berê jî dewleta Tirk êrîş dikir lê vê carê pir vekirî kir û got: “Zextên Erdogan li sînoran namîne. Êrîş û dagirkeriya Erdogan a li ser gelên welatê cîran didome. Ji ber dixwaze xeyalên Osmanî pêk bîne, ji aliyê derdorên dîplomatîk ve weke ‘Sûltan’ tê dîtin. Xeyal bi beşeke mezin a Iraq û Sûriye dîsa heta Bakurê Efrîqa û Lîbyayê diçe. Gefa li Yewnanistanê jî dike.”

ROJAVA TÊ HEDEFKIRIN

Gûstafsson diyar kir ku esasê êrîşan Rojava ya ku demokrasiyê ava dike û azadiya jinê pêk tîne dike hedef. Gûstafsson destnîşan kir ku Tirkiye ji bo destkeftiyên li Rojava tine bike, destekê dide rêxistinên îslamî yên mîna DAÎŞ û El Nûsra yên talanker û sûcên destavêtinê dikin.

Gustafsson da xuyakirin ku di serî de Kurd û civakên kêmenetew jî di nav de li Tirkiyeyê di bin zextên mezin de ne, diyar kir ku roja Înê ya borî parlementer û hevşaredar jî di nav de HDP’î hatin destgîrkirin.

‘PKK Û OCALAN PÊŞENGTIYA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DIKIN’

Gûstafsson bibîr xist ku li Tirkiyeyê tim rojnamevan, rewşenbîr û mixalîf tim tên girtin û cezayên giran ên girtîgehê lê tên birîn û bi domdarî got: “ PKK û Ocalan pêşengtiya têkoşîna demokrasiyê dike. Di navbera salên 2013-2015’ê de li Tirkiyeyê di navbera dewleta Tirk, PKK û Ocalan de bi agirbesta hate kirin, demokrasî gotûbêjkirin, atmosferekî siyasî ya polîtîk-civakî pêk hat. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi tiştekî wiha heye. Em civaka navneteweyî, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û CPT’ê ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin ji bo ji nû ve hevdîtinên şatiyê yên di sala 2015’an de hatin rawestandin destpê bike, dixwazin dengê xwe bilind bikin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Tirkiye paqijiya etnîkî, bi polîtîkayên nîjaterest û zayendî faşîzmekî îslamî û miletgerî ava dike. Tirkiye mafê mirovan binpê dike.”

Gûstafsson ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde xwest ku li dijî polîtîkayên Erdogan derkevin, ji bo azadkirina Abdullah Ocalan û legalîzekirina PKK’ê bikeve nava hewldanan.