Gerîlayên HPG’ê Yîgît û Ekîncî li Gîessenê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Îzzet Yîgît (Firaz Amed) û Salih Ekîncî (Devran Devrîm) ên ku di 9’ê Hezîranê de li navçeya Aricakê ya Xarpêtê şehîd bûbûn li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG’ê yên di 9’ê Hezîranê de şehîd bûbûn li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hate lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Hevserokê FCDK-KAWA Emîn Denîz di bibîranînê de axivî û got ku, “40 sal in bi saya van qehremanan em dikarin ji xwe re bibêjin em Kurd in. Noker jî di nav de wê tu kes nikaribe mîrateya têkoşînê ya van şehîdan tune bike.  Çi dibe bila bibe wê sedsala 21’emîn wê bibe sedsala Kurdan.”

Piştî sînevîzyona li ser Yîgît û Ekîncî malbatên şehîdan, xizmên wan û hevalên wan qala bîranînên xwe yên bi şehîdan re kirin.

Bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.