Gerîlayê HPG’ê Nîdal Dêrsim li Darmstadtê hate bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Nîdal Dêrsim (Ahmet Akman) ku 13’ê Îlonê di dema operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk de, li Gevera Colemêrgê şehîd bûbû, li Darmstadta Elmanyayê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Nîdal Dêrsim (Ahmet Akman) ku 13’ê Îlonê di dema operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk de, li Gevera Colemêrgê şehîd bûbû, li Darmstadta Elmanyayê hate bîranîn.
Li Darmstadtê ji bo gerîlayê HPG’ê Nîdal Dêrsim çalakiyek bîranînê hate lidarxistin.
Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de, li ser navê KOMAW’ê Murşîde Atlan axivî û diyar kir ku wê xwedî li “bîranînên şehîdan” û kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan derbikevin.
Salona ku bîranîn lê hatî kirin tejî bû. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.