Gelê Kurd li bendê ye ku Clinton daxuyaniyekê bide

Eşkere ye ku DYE û Clinton bi xwe di revandina li Kenyayê de gumanbar in. Gotinên Massimo Dalema hema bibêjin weke gilî û belgeyekê ne. Di warê hiqûqa navneteweyî de wateyeke vê yekê heye? Hiqûqnas dikarin bersiva vê pirsê bidin.

ANALÎZ

Diyar e ji ber Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef dike ye ku 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an e gelekî hesastir, berbelavtir û çalaktir derbas bû. Bi awayekî hêztir û birêxistîtir derbasî Têkoşîna sala 27’an a li hemberî komployê bûn. Di serî de hin bajarên Ewropayê li seranserê cîhanê çalakiyên girseyî yên protestokirina komployê, berteknîşandana pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin lidarxistin. Di pêşengtiya jin û ciwanan de gelê Kurd û dostên wan herikîn qadan û berê xwe dan kolanan. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojan li ser piyan man. Gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî ji bo ku helwesta xwe ya diyar nîşan bidin, di 13’ê Cotmehê de berê xwe dan mîtînga li Amedê.

Bêguman di nava çalakiyên protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê de bûyera herî girîng, weşandina belgesela 66 rojên jiyana Rêber Apo ya li Romayê bû. Her çend têkildarî vê mijarê gelek tişt tên zanîn jî dubarekirina van tiştên tên zanîn bandoreke mezin ava kir. Jixwe di belgesela navborî de hin tiştên ku nedihatin zanîn û cara ewil dihatin bihîstin jî hebûn. Nîşandana mala ku Rêber Apo lê dima û bilêvkirina çavdêriyên kesên ku herî dawiyê bi Rêber Apo re ketine nîqaş û têkiliyê li gel temaşevanên belgeselê kelecaneke mezin afirand. Her wiha divê belgesela navborî û her kêzên ku di amadekirina wê de cih girtine, werin pîrozkirin. Girîng e ku divê li her cihê ku komplo lê pêk hatî, belgeselên hevşib werin amadekirin.

Helbet hemû axaftinên belgeselê gelekî girîng bûn. Tevî ku van rastiya Rêber Apo nîşan didan jî bi nêzîkatiya xwerexnekirinê jî dersên ku werin standin jî têde cih digirtin. Bi rêya belgeselê bi awayekî baş haya me ji fikrên Rêber Apo yên li Romayê, rewşa wî û kelecana wî çêbû. Disa axaftina kurt ya Serokwezîrê Îtalyayê yê wê demê Massimo Dalema kir ku em hin tiştên nû bibihîzin û fêr bibin. A rastî Rêber Apo komplo bi gelek aliyan ve nirxand û analîz kir. Têkildarî komployê bi awayekî berfireh hemû agahî dan û komplo eşkere kir. Ji ber vê yekê em hemû dikarin komployê fêm bikin û binirxînin. Lê belê dîsa jî daxuyaniyên Serokwezîrê Îtalyayê ku di wê serdemê de aktorekî sereke bû, gelekî girîng bû.

Di daxuyaniyên Serokwezîrê Îtalyayê yê wê demê Massimo Dalema de xweparastin hinekî derdiket pêş ku ev yek jî normal e. Rêveberiya Îtalyayê wê demê li hemberî helwesta DYE’yê ya tê zanîn û helwesta neyînî ya rêveberiyên Elmanya û Fransayê ya li hemberî plana lidarxistina Konferanseke Kurdan a li Ewropayê bi awayekî hêsan nedikarî siyaseta xwe bi rê ve bibe. Lê belê di polîtîkayê de ne tenê dubaretî, di heman demê de nûjenî û afirînerî jî hene. Rêveberiya Îtalyayê ya wê demê dikarî afirîneriyeke bi vî rengî nîşan bidaya û têkoşîna vê yekê bi bandortir bimeşanda. Li şûna vê yekê hewl da, helwesta ku tu eleqeya wê bi komployê re nîne, nîşan bide lê belê bi xizmetkirina komployê bû perçeyeke komployê. Her wiha rexneyên têkildarî siyaseta Îtalyayê û lawazbûna derdorên çepgiran watedartir û girîngtir bûn. Di encamê de siyaset û çepgirên Îtalyayê nekarîn nirxê di destê xwe de biparêzin û winda kirin.

Agahiyên têkildarî derketina Rêber Apo ya ji Romayê yên ji aliyê Massimo Dalema ve hatin bilêvkirin gelekî balkêş bûn. Dalema da zanîn ku ew bi Rêveberiyên Rûsya û Efrîqaya Başûr yên bi wê demê re ketiye têkilyê û li hev kiriye ku Rêber Apo li ser Rûsyayê derbasî Efrîqaya Başûr bibe. Ev yek jî dike ku agahiyên heyî werin nîqaşkirin. Dalema rewşa pêk hatî û bi biryara Rêber Apo û îxaneta kesê ku ji Îstîxbarata Yûnanistanê ve girê da. Her çend ev agahî ji hin aliyan ve rast jî bin, aliyên wê yên şaş jî hene.

Bo nimûne, Rêber Apo cara duyan bi xwesteka xwe neçûye Yûnanistanê, a rastî hatiye birin. Dîsa dema ku li Rûsya-Tacikistanê dima, xwestiye li ser Ermenistan û Îranê derbasî Kurdistanê bibe lê belê ev yek jî ji aliyê her sê dewletên navborî ve hatiye astengkirin. Rêber ev her du rewş bi awayekî zelal daye zanîn: Dema ku ji Romayê vedigeriya Rûsyayê, ev yek bi girêdayî sozên dewleta Rûsyayê kiriye. Dîsa çûna Kenyayê jî girêdayî sozên dewleta Yûnanistanê kiriye. Em dikarin bibêjin ku di her du rewşan de jî sozên ku hatine dayîn hîledar in û ji ber vê yekê jî nabe ku cidî werin girtin! Lê belê her çend wisa jî bin , divê ji aliyê gotinên Dalema ve girîng bên dîtin. Ya rast ew e ku dema ku Rêber Apo ji Romayê derdikeve û diçe Moskovayê ji jiyan û têkiliyên xwe hatiye dûrxistin û standine bin kontrola îstîxbaratê. Girêdayî vê yekê her çend Dalema bi Rêveberiya Rûsyayê ya bi wê demê re li hev kiribe jî eşkere ye ku lihevkirina berbehs ji aliyê Rêveberiya Rûsyayê û di dema têketina Moskovayê de nehatiye bicihanîn. Ev jî gotina ku Massimo Dalema ‘li hev kiriye’ bê wate dike. Ji ber ku nehatiye bicihanîn.

Yek ji gotina Massimo Dalema ya girîng ew e dibêje ku Serokê DYE’yê yê wê demê Bill Clinton li wî geriyaye û jê re gotiye ku dixwazin ku ew Rêber Apo radestî Tirkiyeyê bikin. A rastî rola diyarker a DYE’yê ya di nava komployê de tê zanîn. Dîsa tê zanîn ku biryara komployê ji aliyê Serokatiya DYE’yê ve hatiye dayîn û birêvebirin. Girêdayî van yekan di bin plana êrîşa komploger de îmzeya Serokê DYE’yê yê wê demê Bill Clinton heye. Plan ji aliyê şêwirmendên Serokatiyê ve hatiye sazkirin, Bill Clinton erê kiriye û bi rê ve biriye. Sepandina planê jî ji aliyê Wezareta Karên Derve û CIA’yê ve hatiye kirin. Lê belê ev hêmanên ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn, hê jî bi awayekî fermî veşartî tên girtin. Gotinên Serokwezîrê Îtalyayê yê wê demê Dalema yên 9’ê Cotmehê yên li ser televîzyonê ji aliyê eşkerekirina vê rewşa ku dihat veşartin ve gelekî girîng in.

Lewre Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1998’an de ji Kenyayê hate revandin û ew birin Tirkiyeyê. Dalema dide zanîn ku ew bawer nake ku ev plana revandinê ji aliyê Tirkan ve hatiye sazkirin û her çend bi awayekî eşkere neîne ziman jî DYE û CIA’yê nîşan dide. Jixwe Rêber Apo dide zanîn ku kesên ku ew li Kenyayê revandine ne Tirk in, ji aliyê hin kesên din ve hatiye revandin û ji Tirkiyeyê re hatiye radestkirin. Li vir bi awayekî zelal nêrîn li hev nayên. Girêdayî van yekan derdikeve pêş ku di vê bûyera revandinê de rola DYE û Bill Clinton heye. Çimkî tişta ku Serokê DYE’yê Clinton ji Serokwezîrê Îtalyayê Dalema dixwaze, li Kenyayê li gel bûyera revandinê hatiye pêkanîn. Ev rewş jî nîşan dide ku di bûyera revandinê ya navborî de DYE û Serokê wê demê Clinton gumanbar in.

Bi kurtasî di revandina li Kenyayê de DYE û Clinton bi xwe gumanbar in. Gotinên Massimo Dalema hema bibêjin weke gilî û belgeyekê ne. Gelo di warê hiqûqa navneteweyî de wateyeke vê yekê heye? Bêguman hiqûqnas dikarin bersiva vê pirsê bidin û hiqûqnasên berpirsiyar wê li ser vê yekê bisekinin jî. Li vir ya girîng ew e ku piştî gotinên Dalema gelê Kurd li bendê ye ku Serokê DYE’yê Bill Clinton têkildarî van yekan daxuyaniyekê bide. Helbet gelê Kurd dixwaze ku ev daxuyanî êşên 26 salan bi dawî bike. Her wiha bi rojan e li seranserê cîhanê gelê Kurd û dostên wan li qada ne û di 13’ê Cotmehê de jî li Amed a navenda Kurdistanê bi sedhezaran li kolanan vê peyamê didin.

Plana komployê ya 26 salan beriya niha ya ji aliyê Serokê DYE’yê yê wê demê Bill Clinton ve li hemberî Rêber Apo hatî îmzekirin êşên mezin nîşanî gelê Kurd daye û bûye sedem ku Kurdistan bibe goleke xwînê. Bûye sedem ku Kurd bê azadî û Tirkiye jî bê demokrasî bimîne. Bû sedem ku Tirkiye ji aliyê MHP’ya faşîst ve were birêvebirin. Her wiha rewş veguheriye asteke wisa ku gelê Kurd nikarin çalakiyeke girseyî ya demokratîk li dar bixin. Her tiştê gelê Kurd bi êrîşên dewleta Tirk re rû bi rû maye. Komployê bandoreke neyînî ne tenê li gelê Kurd kiriye, di heman demê de bandoreke xirab li hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê kiriye. Ji ber vê yekê di roja me ya îroyîn de li seranserê cîhanê jin, ciwan û her cure însanan berê xwe daye kolanan û daxwaziya azadiya Rêber Apo dikin.

Diyar e ku li gel biryara êrîşa li hemberî Rêber Apo, siyaseta DYE’yê xeta û neheqiyeke mezin kiriye. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn yên îroyîn jî berhemên vê yekê ne. DYE jî ji vê yekê sûdê wernagire. Wê demê divê ev rewş were bidawîkirin. Tevî ku serokê berê Clinton hê sax e jî wê gelekî baş be ku DYE vê yekê çareser bike. Çareseriyeke ku wê dawiyê li neheqiyên ku li hemberî gelê Kurd bîne, wê ji bo her kesî baş be. Bendewariya gelê Kurd jî ya ji hemû mirovahiyê ev e û têkoşîna wan jî ji bo vê yekê ye.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka