Dayikên Aştiyê banga mezinkirina berxwedanê kirin

Dayikên Aşitiyê li Tilqebînê bi şîara "Li dijî şer demildest aştî" çalakiya xwe domandin û banga mezinkirina berxwedanê kirin.

Endamên Meclisa Dayikên aşitiyê, li bajaroka Tilqebînê ya girêdayê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi şîara "Ji şer re na, ji aşitiyê re erê" çalakiya nobedê dan destpêkirin. Nobeta ku ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr ve Mêrsînê gelek Dayikên Aşitiyê tevlî bûn, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê ku ev du roj in li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Tilqebînê çalakiya xwe ya nobetê didomînin, dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Zext nikarin me biçewisînin" berz kirin. Dayikên Aşitiyê bi çepik û tîlîliyan nobeta xwe domandin û banga mezinkirina berxwedanê kirin.