BI DÎMEN

Li Strasbourgê çalakiya Tirêjên Rojê

Li Strasbourgê çalakiya kampanya “Tirêjên Rojê” berdewam dike.

Li Ewropayê çalakî û kampanyayên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hatine destpêkirin, berdewam dike. Li Strasbourgê di çarçoveya kampanyaya “Tirêjên Rojê” de bi pêşengiya Komuna Jinê ya Zînê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê û dowîzên balê dikêşe bi ser pergala tecrîda Îmraliyê hate hildan.

Di çalakiyê de Berdevka Komuna Jinê ya Zînê Rojna Çewlîg axivî û got: “Weke jinên Kurd heta azadiya Rêberê me wê têkoşîna me bidome. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ wê bigihêje serkeftinê.”

Hevserokê DKTM’ê Sîdar Amedî jî anî ziman ku demek dirêje tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Em ji rewşa Rêberê xwe bifikarin. Gelê Kurd ê li Ewropayê li ser piyane û çalakiyên wan didomin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê çalakiyên me bidomin.”