Têkoşîna li dijî komployê û pêngava azadiyê ya kûreyî

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê salek wext da AKP-MHP’ê, ev wext jî wê nekare faşîzma AKP-MHP’ê rizgar bike. Berevajî li ser vî bingehî ronahî hatiye dîtin û baş diyar bûye ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di demek nêz de wê bi ser bikeve.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Êrîşa komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku îmhaya Rêber Apo, tasfiyeya PKK’ê û temamkirina qirkirina Kurd armanc dike, sala xwe ya 26’an tejî dike. Pêngava Azadiya Kûreyî jî ku 10’ê Cotmeha 2023’yan hate destpêkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, dikeve sala xwe ya duyemîn. Bi pêngava navborî re li dijî komployê û sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê asteke girîng hatiye bidestxistin.

Weke tê zanîn, êrîşa komploya navneteweyî êrîşeke li dijî Rêber Apo bû. Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de sîstema qirkirina Kurd hate avakirin. Rêber Apo armanc kir ku vê sîstemê bi azadiya Kurdan biguherîne. Dîsa di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku navenda wê Rojhilata Navîn e û bi vî şerî re, bi hev re hate meşandin. Li Rojhilata Navîn hegemonyaya kapîtalîst a kûreyî hate avakirin û li dijî vê jî li ser bingehê azadiya Kurd ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk têkoşîn hate destpêkirin. DYE’yê li dijî vê têkoşînê li ser bingehê stratejiya ‘Sîstema Cîhana Nû’ êrîşek da destpêkirin.

Êrîşa komploger destpêkê îmhaya Rêber Apo armanc kir. Li ser vê bingehê tasfiyeya PKK’ê û temamkirina qirkirina Kurd pêşbînî dikir. Ji bo vê yekê, Rêveberiya DYE’yê ya wê demê derketina ji Sûriyeyê li Rêber Apo ferz kir. Eger ev derketin têkildarî rewşa şerê li Kurdistanê bûya, ji êrîşên deh salên dawî yên bêexlaq û bêhiqûqî yên faşîzma AKP-MHP'ê me baş dît, bê êrîşeke çawa ya leşkerî wê li hemberî Rêber Apo bihata kirin û em di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û Lubnanê de dibînin. Berevajî eger derketin di aliyê Ewropayê de çêbiba, li wir jî bi rêya Yewnanistanê kemîna komploger hatibû avakirin: Rêber Apo wê negirtiban Yewnanistanê, zorî lê kiriban ku vegere û li ser Deryaya Spî wê hatiba îmhakirin. Rêber Apo ji qada şer derneket û ji Yewnanistanê nevegerî Sûriyeyê, çû Rûsyayê û bi vî rengî ev planên îmhayê yên dualî vale derxist.

Hêzên komploger ên din pêşengiya DYE’yê de bi komploya 15’ê Sibatê armanc kirin ku Rêber Apo îdam bikin. Rêber Apo asta komployê ya têkildarî êrîşa li hemberî Tirkiyeyê jî nirxand û li ser vî bingehî li Tirkiyeyê rayayek giştî ya girîng afirand û plana îdamê ya komplogeran jî vale derxist. Rêveberiya dewleta Tirk ev nirxandin kir ku îdam wê ji wan re pirsgirêkê biafirîne, wê di bin sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de bêbandor bikin û jixwe her roj wê ji siyasetê bikujin, biryara îdamê ya dayî pêk neanî û veguherand cezayê hepsa muebetê ya girankirî. Bi vî rengî helwest û hewldana Rêber Apo plana îdamê pûç kir.

‘Têkoşîna Îmraliyê’ kete dewrê. Her kesê bawer dikir ku wê polîtîkaya Rêveberiya Ecevît a ‘Ketina nav Yekîtiya Ewropayê û mafên şexsî’ bi ser bikeve û Rêber Apo di bin sîstema Îmraliyê de wê nekare tiştekî bike, li ser vî bingehî jî PKK wê tasfiye bibe biçe. Rêber Apo bi hewldana xwe ya birêxistinkirî û biplan û afirîneriya xwe ya mezin, cihê herî zehmet û giran ê dîrokê veguherand akademiyekê, xwend, lêkolîn kir, fikirî, lêhêrbûn kir û bernameya ‘Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk’ pêş xist û bernameya Ecevît a ‘Mafên şexsî’ pûç kir. Têkoşîna Îmraliyê jî Rêber Apo qezenc kiribû.

Hêzên komploger vê carê Tayyîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê xistin dewrê. Tasfiyegeriya hundir xwedî kir û têgeha ‘Umeta Îslamê’ pêş xist û plan kir ku PKK’ê parçe bike û piştevaniya wê ya girseyî tune bike. Rêber Apo bi guhertina paradîgmayê, bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk, bi çareseriya li ser bingehê Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk bersiva plana êrîşa navborî da. Li ser vî bingehî yekîtî û piştevaniya gel parast, pêş xist û plana AKP’ê jî pûç kir.

Hêzên komploger di bin rêveberiya AKP’ê de gelek planên cuda amade kir û hewl da pêk bîne. Gelek rêbazên bi hîle û lîstok ên mîna “Vebûna Kurd” û “Pêvajoya çareseriyê” xistin dewrê. Di encamê de yek ji van jî bi ser neket; Rêber Apo, PKK û gelê Kurd di encamê de ev lîstok hemû pûç kirin. Herî dawî 30’ê Cotmeha 2014’an “plana çalakiya hilweşandinê” hate pêşxistin û 10 salin jî li ser bingehê vê planê ji bo çewisandina gerîla û gelê Kurd û îmhakirina PKK’ê êrîşa şerê taybet a topyekûn tê meşandin. Ji 26’ê Tebaxa 2016’an û heta niha li ser Rojava û parçeyên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê tên pêkanîn. Ji bo ku peyveke Rêber Apo ne derkeve jiderve, li Îmraliyê tecrîdeke giran û êşkence tê pêkanîn.

Bê guman ev plana êrîşa dawî topyekûn e û lewma her kesê hedef digire. Ji bo vê, li dijî êrîşên navborî jî her kes li ber xwe dide; Rêber Apo, gerîla, jin û ciwan, hemû gel û dostên Kurd her kes di nava berxwedana topyekûn de ne. Lê belê navenda êrîşan Îmralî ye û lewma navenda berxwedanê jî Îmralî ye. Rêber Apo ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve di çeperê berxwedanê de yek milîm jî nalîze, bi vî rengî berxwedana azadiyê ya herî mezin û biwate ya dîrokê dimeşîne. Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd û dostên wê jî vê berxwedanê ji derve didomînin. Xeleka dawî ya vê berxwedana topyekûn, Pêngava Azadiyê ya Kûreyî ye ku 10’ê Cotmeha 2023’yan hate destpêkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd armanc dike. Ev pêngav jî ji 10’ê Cotmehê û wir ve sala xwe ya yekem temam dike û dikeve sala duyemîn.

Diyare ku sedemên vê yekê hene ku em van hemûyan jinûve bi vî rengî bi kurtî dubare dikin. Ya yekem, li dijî êrîşa komploya navneteweyî berxwedan hate raberkirin û planên êrîşê hatin pûçkirin, ev yek hate nîşandan. Yanî, li dijî komployê têkoşîn dikare bê meşandin û komplo dikare bê têkbirin. Yanî bi temamî têkbirina komployê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêkan e. Ya duyem, divê têkoşîna Rêber Apo ya li dijî komployê û tarzê wî yê serketinê rast bê fêmkirin. Ne bi her tarzê, eger bi tarzê Rêber Apo têkoşîn bê meşandin hingê komplo dikare bê têkbirin. Ya sêyem, di her du noqteyên destpêkê de divê mirov tiştên ku Pêngava Azadiya Kûreyî dayî qezenckirin, bibîne.

Bi eşkere tê dîtin ku, di nava têkoşîna salekê ya borî de Pêngava Azadiya Kûreyî gelek tiştên girîng dane qezenckirin. Beriya her tiştî, hêvî û baweriya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkbirina komployê nû kiriye û pir xurt kiriye. Ya duyem, bala hemû têkoşîna azadî û demokrasiyê da ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gihandiye xeta pratîkê ya rast. Ya sêyem, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de parçetî di asteke girîng de derbas kiriye û li ser xeta rast yekîtî û hevparî ava kiriye. Ya çarem, paradîgmaya nû ya Rêber Apo û berxwedana wî belavî hemû cîhanê kiriye, têkoşîna azadiya Kurdistanê li çapa cîhanê veguherandiye têkoşîna azadî û demokrasiyê. Ya dawî û herî girîng jî, bi xwendina Rêber Apo û lêkolînkirina tarzê wî yê têkoşînê, ji bo bidestxistina tarzê wî yê têkoşînê ya ku dide qezenckirin, geşedan û afirêneriyeke girîng derxistiye holê.

Niha em dikevin sala 27’emîn a têkoşîna li dijî komployê û sala duyemîn a berxwedana Pêngava Azadiya Kûreyî. Geşedanên di sala yekem de, nîşanî me û her kesê dide ku berxwedana sala duyemîn wê çawa derbas bibe. Hîn zêdetir hem bi têkoşîna li ser bingehê pêngavê tê meşandin û hem jî bi geşedanên di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de baş eşkere kiriye ku faşîzma AKP-MHP’ê êdî sifir qedandiye, ev zihniyet û siyaseta dijminê Kurd êdî nikare civaka Tirkiyeyê hilgire. Tayyîp Erdogan bixwe ev yek îtîraf kiriye. Şefê faşîst Devlet Bahçelî bi maçîkirina destê endamên DEM Partiyê, nîşan daye. Lê belê pir baş tê zanîn ku, ti feydeyê tirsê ji ecelê re nîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê salek wext da AKP-MHP’ê, ev wext jî wê nekare faşîzma AKP-MHP’ê rizgar bike. Berevajî li ser vî bingehî ronahî hatiye dîtin û baş diyar bûye ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di demek nêz de wê bi ser bikeve.

Performansa di sala duyemîn de wê vê diyar bike. Gelê Kurd û dostên wê dê têkoşînê mezintir û belav bikin, ev têkoşîn di demek nêz de wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Li ser vî bingehî em hemû çalakiyên azadiyê yên ji bo lanetkirina komployê û ji bo mezinkirina Pêngava Azadiya Kûreyî tên lidarxistin, silav dikin û ji tevahî çalakvanan re serketinê dixwazin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka