BI DÎMEN

Ciwan li Rochefortê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Ciwanên Kurd li Rochefortê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û gotin: “Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her roj û her saet li qadan bin.”

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Rochefort a li nêzî Bordeaux ê Fransayê ji bo protestokirina pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê meşiyan. Girseya ku li pêşiya Postaxaneya Rochefortê li hev civiyan, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” heta şaredariya Rochefortê meşiyan.

Di meşê de flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn, hatin hilgirtin.

Li pêşiya şaredariyê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek  rêz hate girtin.

Li ser navê TCŞ’ê Hogir Botan axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê li ber xwe dide. Hogir Botan destnîşan kir ku divê gelê Kurd her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin û wiha got: “Divê em li ser esasê berxwedana Rêber Apo her roj û her saet li Ewropa û li çar parçeyên Kurdistanê li qadan bin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.