BI DÎMEN

‘Jin ji aliyê dewlet û pergala baviksalarî ve tên qetilkirin’

Li Wanê bi pêşengiya jinan ji bo Rojîn Kabaîş meş hat lidarxistin û wiha hate gotin, “Li Tirkiye û Kurdistanê her roj jinek din jî bi îhmal û hevkariya dewlet, mêr, daraz û hêzên ewlehiyê tên qetilkirin.”

Platforma Jinan û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 roj piştî windabûna wê hate dîtin, li navenda kirîn û firotinê ya Aydin Perîhan li hev civiyan û bi meşaleyan meşiyan. Beriya meşê polîsan girse dorpêç kir. Bi berxwedana jinan dorpêça polîsan hat şikandin, meşa bi meşaleyî heta Qada Kent berdewam kir. Di meşê de pankarta “Ji bo Rojîn edalet, ji bo her kesî edalet, çi hat serê Rojîn Kabaîş” hate vekirin. Girseyê bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji kujeran re barîkat, ne ji jinan re” û bi çepik û tililîyan meşiyan.

Jinên gihiştin qadê daxuyanî dan. Li ser navê jinan endama Komeleya Jinan a STAR Zeynep Tagtekîn daxuyanî xwend. Zeynep Tagtekîn da zanîn ku welat bûye goristana jin û zarokan û wiha got: “Rojîn ji bo jiyaneke hîn baştir hat zanîngehê û li vî bajarî di 27’ê Îlonê de winda bû. Rojîn li perava kampusê winda bû. Roja piştî windabûnê li ser israra STK û jinan lêgerîn hat destpêkirin. Me jinan pirsî ‘lêpirsîna bi bandor tê meşandin an na?.’ Ji ber mînakên Gulîstan Doku û Narîn hebûn. Îro jin bi hevkarî û îhmalkariya dewlet, mêr, daraz û hêzên ewlehiyê tên qetilkirin.”

Zeynep Tagtekîn destnîşan kir ku parastina jinan ne mijareke ji kêfa hêzên ewlehiyê re bê hiştinê ye û got: “Ji ber polîtîkayên bêcezahiştina gumanbaran pêşî li qetilkirina jinan nayê girtin. Gumanbar bi rewşên baş tên xelatkirin. Peymanên navneteweyî tune tên hesibandin. Qetilkirina jinan ne qedera vê erdnîgariyê ye. Divê mafê jiyana jinan wek mijarek polîtîk bê qebûlkirin. Em ê pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat? Çi bi Rojîn Kabaîş hat? bipirsin. Têkoşîna jinê dide jiyîn.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.