Li Parîsê standa “Ji Rêber Apo re Azadî” hat vekirin

Li banliyoya Grigny ya paytext Parîsê ji aliyê TCŞ’ê ve derbarê pergala tecrîda Îmraliyê û Komploya Navneteweyî de stand hat vekirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Grigny ya paytext Parîsê derbarê pergala qirkirin û êşkenceyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî de stand vekirin.

Di standa ku li qada Sainte-Genevieve hat vekirin de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkçeyên bi zimanê Fransî li ser paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê cih girtin.

Ciwanan danezanên derbarê tecrîd û komployê de û afîşên konsera "Ji Rêber Apo re azadî" li kesên derdor belav kirin.