Çalareş a Qanûnî: Îmrali

Rejîma li Îmraliyê ku bi Polîtîkayên Îmraliyê yên Mîllî tê birêvebirin, li derveyî mewzûata navneteweyî û neteweyî ya heyî veguheriye çalareşeke qanûnî ku malbat û parêzer jî nikarin xwe bigihînin.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin di 24'ê Îlonê de careke din serlêdan kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê tecrîdkirin û serlêdanên parêzerên wî jî bi giranî bê bersiv têne hiştin.

Wekî din di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji Fransa heta Belçîka, ji Îtalya heta Spanya, ji Elmanya heta Îngilistanê, ji Îrlanda heta Hollandayê, ji Swîsre heta Swêdê, Danîmarka, Norwêc, Slovenya, Qibris, Yewnanistan, Awûstralya, Arjantîn, Kolombiya, Ekvatorê li 74 deverên cuda yên cîhanê civînê çapemeniyê hatin lidarxistin. Li Efrîkaya Başûr, Kenya, Japonya, Hindistan, Bangladeş, Tîmor a Rojhilat û Fîlîpînê jî bi civînên çapemeniyê bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî, demokratîk a pirsgirêka Kurd pêngavek hate destpêkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Qedexeya dîtina parêzeran ku piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an di dema Rewşa Awarte de hate ragihandin, heta Sibata 2018'an dewam kir. Daxwazên parêzeran ên ji wê demê û pê ve bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' yên 6 mehan carekê hatin qedexekirin. Biryara herî dawî ya qedexeya dîtina parêzeran a ji bo 6 mehan a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hate birîn, di 3'ê Gulana 2024'an de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hate birîn. Bi biryara qedexeyê ya dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexeya dîtina parêzeran li Abdullah Ocalan hate birîn.

Axaftina herî dawî ya bi telefonê ya bi Abdullah Ocalan re di 25'ê Adara 2021'ê de bi birayê wî Mehmet Ocalan re hate kirin, lê belê ew jî nîvco ma. Piştî birîna axaftina bi telefonê 43 meh in bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê ya bêbersiv têne hiştin yan jî bi hinceta 'cezayê dîsîplînê' têne redkirin. Ev rewş jî bi giranî weke 'qutkirina têkiliyê ya mutleq' tê pênasekirin. Pênaseya qutkirina têkiliyê ya mutleq, yan jî Incommunicado ji aliyê Rêxistina Efûyê ve di malpera xwe de weke 'being detained without access to family, lawyers' tê pênasekirin. Dema ku bê wergerandin, dikare bê gotin 'Bêyî ku karibe malbat û parêzerên xwe bibîne, di binê çavan de bê hiştin'. Di vê rewşê de delîlên ku binçavkirinê maffdar nîşan dide hem ji kesê binçavkirî hem jî ji parêzerên wî têne veşartin. Ev yek tê wê wateyê ku gelek kesên têne binçavkirin bêyî ku zanibin ji bo çi hatine binçavkirin, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qutkirina ji malbat û hezkiriyên xwe û bêyî karibe li ber hincetên binçavkirinê rabin, bi mehan girtî bêne hiştin. ([1])

Alîkara Dîrektora ji Parastin û Polîtîkayê Berpirsyar a Freedom House Katie LaRoque ku rewşa qutkirina têkiliyê ya mutleq lêkolîn kir, got "Incommunicado (ragirtin) taktîkeke ku dixwaze mehkûman bi wê yekê bide bawerkirin ku cîhana derve ew ji bîr kiriye, danûstandinên mehkûman ên bi nûnerên xwe yên qanûnî û malbatê re asteng dike. Ev tecrîda bi zanebûn û cezakirinê hem ji bo hezkiriyên wan hem jî ji bo mehkûman bi armanca zêdekirina stresa hestî û fîzîkî tê kirin. Di heman demê de derfetê dide rayedarên girtîgehê ku kiryarên xerab ên li hemberî girtiyên siyasî hîn bi hêsanî veşêrin. Ev yek jî rastiyeke welê metirsîdar e ku mirovên li derve nizanin bê hezkiriyên wan sax in yan na."

Mînakek ji rewşa qutkirina têkiliyê ya mutleq ji Îsraîlê ye ku xwe dispêre 'Qanûna Şervanên Derveyî Qanûnî'. Piştî êrîşên 7'ê Cotmehê meqamên Îsraîlê di Kanûna 2023'an de di qanûnê de guhertineke demkî kirin û biryara binçavkirinê ya artêşê ya bêyî destûrê ragirtina Fîlîstîniyan ji 96 saetan derxist 45 rojan. Her wiha dema jinûve nirxandina biryara binçavkirinê ya girtiyekî jî bêyî ku derkeve pêşberî dadger ji 14 rojan derxist 75 rojan. Dema ragirtina girtî ya bêyî dîtina parêzer ji 21 rojan derxist 6 mehan, piştre jî daxist 3 mehan. Ev guhertin di Nîsana 2024'an de jinûve hate nûkirin.

Dema ku mirov li vê mînakê binihêre nikarin bibêjin ku zêdeyî 43 mehan incommunicado heye. Sedema hiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di incommunicado ji aliyê dewleta Tirk ve nayê eşkerekirin. Tenê dikare bê îdîakirin ku ji ber Rêberê Gelê Kurd e, di danûstandineke gengaz de nûnerê sereke yê danûstandinê ye, bi paradîgmaya xwe bandorê li milyonan mirovî dike, lewma dewleta Tirk li hemberî Abdullah Ocalan vê polîtîkayê dimeşîne.

POLÎTÎKAYÊN ÎMRALIYÊ YÊN MÎLLÎ

Pênaseyeke din a têkildarî incommunicado ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'Polîtîkayên Îmraliyê yên Mîllî' ye ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hate formulekirin. Rêberê Gelê Kurd di vê mijarê de gotibû, "Ji Tirkiyeyê hebû ku ez ê bi temamî têk biçim, PKK wê ji hev belav bibe û Kurd wê bê hêvî bimîne. Her wiha polîtîkayên Îmraliyê hene ku Tirkiye bi tena serê xwe pêk tîne. Mirov dikare ji vê re bibêje Polîtîkayên Îmraliyê yên Mîllî. Tirkiyeyê anîna min a ji bo Tirkiyeyê weke Serketina Sakarya ya Duyemîn dîtibû. Bi taybetî komploger û darbekaran tasfiyekirina min û PKK'ê weke 'Şerê Yewnan ê Duyemîn a li Rojhilat' pênase kiribûn."

Van polîtîkayan bi xistina Abdullah Ocalan li Îmraliyê destpê kiribûn, piştre statuya Girtîgeha Nîv Vekirî ya Îmraliyê hatibû guhertin û bi Navenda Koordînasyona Krîzê ya Serokwezaretiyê ya wê demê û Sekreteriya Giştî ya Desteya Ewlekariya Mîllî ve hatibû girêdan.

ÇALAREŞ A QANÛNÎ

"Çalareş a Qanûnî" yan jî bi zimanê Îngîlîzî "the legal black hole" ji bo qadên welê tê bikaranîn ku li derveyî hiqûqê tê hiştin û mirovên tê de bi "neheqiyê" re rû bi rû têne hiştin. Pênaseya "Çalareş a Qanûnî" yekemcar li navenda binçavkirinê ya li Baregeha Deryayî ya DYE'yê ya li Kendava Guantanamoyê hate bilêvkirin, lê belê ji hingî ve ji bo hin wateyên cuda yên mîna fetisandina koçberan tê bikaranîn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku pratîka DYE'yê rexne dike, dibêje "Yek ji pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ew e ku her kesên hatine binçavkirin xwedî wî mafî ne ku li gorî hiqûqa binçavkirinê li dadgehekê bêne testkirin. Rêveberiya DYE'yê piştgiriyê dide cîhaneke welê ku van girtiyan bixe nava çalekereş û bêyî lêpirsînê bi rengekî kêfî di binê çavan de bihêle." Li gorî Rêxistina Efûyê li Baregeha Deryayî ya DYE'yê ya li Kendava Guantanamoyê ya li Kubayê ku ji 40 miletî zêdeyî 600 girtî hebûn, bêyî ku sûcdariyek an jî darizandinek li wan bê kirin, dihatin ragirtin. Hinek ji wan zêdeyî salekê nekarîbûn parêzer, xizmên xwe bibînin an jî derkevin pêşberî dadgehê. Rêxistina Efûyê vê rewşa binçavkirina demdirêj weke zilmek li hemberî girtî û malbatên wan pênase dikir.

Navenda ragiritnê ya li Baregeha Deryayî ya DYE'yê ya li Kendava Guantanamoyê piştî ku Rêberê Gelê Kurd xistin Îmraliyê hate avakirin. Dikare bê gotin, pratîka dişibe pratîka hiqûqî ya li wê derê niha li Îmraliyê tê meşandin. Lewma rewşa qutkirina têkiliyê ya mutleq a ku dewleta Tirk li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne Îmraliyê dike çalareş a qanûnî.

[1] https://www.amnesty.org/en/latest/news/2024/07/israel-must-end-mass-incommunicado-detention-and-torture-of-palestinians-from-gaza/