Dijminatiya li Kurdan rê li ber çi vekir

Erdogan çawa ku doh Sûriye xist nava çiraveke ji xwînê û xaka wê dagir kir, îro jî dixwaze heman tiştî bike.

ZEKÎ BEDRAN

Erdogan li gorî kêfa xwe diaxive. Jixwe ti rojnamevanek ku jê pirsan bike û nakokiyên wî derbixe holê tune ye. Ragihandin ji bo xwe xistiye mîna bexçeyê gulên bê sitirî. Binêrin bê ka ji rojnamevanan re gotiye: “Derbarê Îran, Rûsya, Îran û Sûriyê wekî mekanîzmeyek sêalî bi hev re dixebitin û li aliyê din jî hêzên koalîsyonê yên Amerîka, Birîtanya û Almanyayê ne. Hêzên koalîsyonê piştgiriyê didin rêxistina terorê YPG’ê ku girêdayî rêxistina terorê ya PKK’ê ye û pêwîste Rûsya, Îran û Sûriye li dijî vê rewşa ku gefa herî mezin e li ser yekparçebûna axa Sûriyeyê ye, hê bi bandortir bikevin nava tevgerê.” “Sûriyeyê gelek êş kişand û ji destpêka şerê navxweyî û vir ve me got ku em hurmetê nîşanî yekparebûna axa Sûriyeyê didin. Me hemû rêyên dîplomasî ji bo parastina serweriya Sûriyê bi kar anîn.”

Li Tirkiyeyê axaftinên xweser hene. Bi kar anîna yek ji wan gotinan wê  berovajî van pênaseyan neke: “Were, ji vir bişewitîne, xuyaye Erdogan difikire ku bîra mirovan tune ye!” An jî wek Hîtler her tiştê ku dibêje kerametan lê bar dike. Dinya li dora wan dizivire, an jî wisa difikirin. Erdogan jibîr dike ku  ew bi xwe jî di nav koalîsyona ku dabeşkirina Sûryeyê esas digre û dêbêje ‘ez Kurda destek dikim’ de ye.  Tişta em dizanin Tirkiye jî tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibû. Niha jî tevlîbûna civînan berdewam dike. Lê ji ber ku koalîsyon li gorî helwêsta wî tevnagere, wî bi piştgirîkirina terorê tawanbar dike. Tiştê ku ew jê re dibêje teror, di cîhanê de ji derveyî wan ku wek teror nayê dîtin YPG ye.

Erdogan bi ser xistibû ku berê DAIŞ’ê bide Kobanê. Û wî pir bi wan bawer kiribû. Ji bo ku mizgîniyê bide gelê xwe got, “Kobanê ket, ha dikeve”. Lê nekarî DAIŞ’ê rizgar bike! Yê ku ket û serûbin bû, DAIŞ bû. Niha jî mîna DAIŞ’ê, Rûsya jî dixwaze berê Îran û Sûryeyê jî bide Kurdan.

Bi rastî jî Erdogan îtîrafeke cidî dike. Bi rastî jî tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê nebû. Gotina wan a tevlîbûna kualîsyonê, ji bo dagirkirina Sûryeyê menewrayek bû. Derdê wî yê sereke pêşî lê girtina Kurdan û astengkirina statûya wan bû. Bi giranî gihiştiye vê armancê. Hêzên xwe yên leşkerî anîn Sûryeyê û cihên weke Bab û Cerablûsê dagir kirin. Bi vê yekê pêşî li bi hev ve bûna Kobanê û Efrînê girt. Li ser armanca xwe mukur hatin û gotin, “Me weke xencerekê mudaxele kir da ku herêmên Kurdan nebin yek.”

Erdogan mijûl bû, tawîz da, bi Rûsyayê re li hev kir ku êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Her wiha bi Trump re li hev kir û Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Demagojiyê didomîne û dibêje ku Amerîka piştgiriya rêxistina terorê YPG dike. Ger DYA piştgirîya YPG’ê bikira, wê qada hewayî ji wan re venekira û deriyê dagirkeriyê venekira. Berovajî vê, DYA’yê piştgirî da Erdogan ku her du bajaran dagir bike. Ev bûyer beriya sedsalan çênebûne. Di hiş de pir tiştên nû ne.

Erdogan mirovekî pir bê rû ye. Di esas de karekterê hemû faşîstan bi vî rengî ye. Dibêje Sûryeyê gelekî êş kişandiye û Tirkiyê her dem yekparebûna axa Sûryeyê parastiye. Çi nabêjin! Erdogan yek ji hêzên pêşeng e ku bi Îxwanciyan, DAIŞ û El Nûsra re tifaq kir û Sûriye kişand nava vê tofana bi xwîn. Çi zû ji bîr kir! Dê biçûya û nimêja fethê li mizgefta Emewiyan a Şamê bikira! Erdogan di rêza herî pêş de bû yên ku ev êş û wêraniya mezin anîn serê gelê Sûryeyê. Niha jî wek kevçiyek sipî ji şîr derdikeve, maşallah!

Her tim parastina serweriya Sûriyê dikir! Çi nabêjin? Ji ber ku wî serweriya Sûryeyê parast, “Artêşa Azad” û pişt re “Artêşa Millî ya Suryeyê” ava kir. Weke ku bi deh hezaran endamên Îxwan, bermahiyên DAIŞ û El Nûsrayê û yên ku benê wan hatine qetandin bi çek kir û perwerde kir ne Erdogan e diaxive. Kê jî di nav axa Sûriyê de li dijî artêşa fermî ya dewleta Sûryeyê, “Artêşa Millî ya Sûriyê” ava kir? Ne tenê artêş, Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê jî hat avakirin. Ez meraq dikim ji xeynî Erdogan yekî din van ava kiriye? Mane wisa ye, lazime were pirsîn.  Ji ber ku Erdogan wek mirovekî bêguneh diaxive!

Çawa ku duh Sûrye kişand nav bahozeke bi xwîn û axa wê dagir kir, îro jî Erdogan dixwaze heman tiştî bike. Tenê hedefa wî hinekî piçûktir bûye. Wê demê xwest serweriya Sûriyeyê ji holê rake, Îxwaniyan bîne ser desthilatdariyê û serweriya xwe li ser wan ava bike. Hêza wê têrî vê ya nekir. Ev bi ser nexist. Tiştê ku tene di destê wî de maye dijminatiya wî ya ku îfleh nabe ya li hemberî Kurdan e. Bi tena serê xwe êrîşkirin û tunekirina Kurdan ne ewqas hêsan e. Her wiha ji herêmê xwîn diherike. Konjoktur bi lez diguhere. Rûsya vê carê dixwaze bi Îran û Sûryeyê re lihevkirinekê çêbike û Kurdan ji holê rake. Eşkere ye ku ew pir ditirsin ku li herêmê modêleke azadîxwaz ya wek Rêveberiya Xweser û demokrasiyê derkeve holê.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî