BI DÎMEN

Roja duyemîn a Pêşengeha Şehîd Herekol bi çalakiyên cuda berdewam kir

Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan di roja xwe ya duyemîn de bi çalakiyên cur bi cur berdewam kir.

8’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşma “Em xwendinê bikin rêbazê jiyanê” bi beşdariya 54 weşanxane, pirtûkxane, navend û saziyên wêjeyî yên xwecihî, Sûriyeyê, Lubnan, Iraq, Balçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê li hola Zana ya bajarê Qamişlo di roja xwe ya duyemîn de dewam kir.

Xwendekarên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşenbîr, nivîskar, wêjevan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser serdana pêşangehê kirin. Bi dehan ciwan û gelê herêmê li nava pirtûkan geriyan û bi mereq xwendin. Di pêşengehê de beşek taybet ji bo pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin û wêneyên Şehîd Herekol hate daliqandin.

Di pêşengehê de 143 hezar pirtûkên; wêje, çîrok, roman, helbest, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda û yên zarokan ên bi zimanên cuda hene.

Ji aliyê nivîskar Merwan Berekat ve semînera bi sernavê ‘Wêje û rexnegiriya wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê’ hate dayîn. Di semînerê de bal hat kişandin li ser astên ku wêjeya Kurdî gihiştiyê. Her wiha girîngiya wêjeya Kurdî di nav civakê de çi ye hat nîqaşkirin. Merwan Berekat di semînerê de diyar kir ku divê rexneyên li ser wêjeya Kurdî çawa û bi çi rengî bê nirxandin. Di sermînerê de gelek nêrînên cuda cuda derket û ji aliyê Nivîskar Berekat ve bersiv hat dayîn.   

Piştre jî pirtûka Nivîskar Merwan Berekat a bi navê ”Xencera Destikizîvî” hat îmzekirin.  Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan di roja xwe ya duyemîn de bi şahiyeke hunerî ji aliyê Orkîsa Zarokên Rojava ve bi dawî bû.

Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan heta 22 mehê wê bidome.