Dayikên Aşitiyê hatin sirgunkirin

Sê Dayikên Aşitiyê ku piştî êrîşa leşkerî ya li gundê Bilêxşê hatin girtin, dema ku îdîanameya wan dihat amadekirin û ji rûniştina wan re 9 roj mabûn, bêyî ku malbat û parêzerên wan bên agahdarkirin sirgunî girtîgeheke din hatin kirin.

22’ê Hezîranê, bi destpêkirina operasyona îmhakirinê ya leşkerî ya li gundê girêdayî navçeya Êlihê Kercewsê, ketin û têketina li gundî hat qedexekirin û dorpêçê heta 6’ê Tîrmehê berdewam kir. Piştî êrîşê bi ser malan de girtin û 11 kes hatin binçavkirin,  ê piştî îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Êlihê neh kesên ku Dayikên Aşitiyê Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) jî di nav de hatin girtin.

Derbarê Dayîkên Aşitiyê yên li Girtîgeha M Tîpî ya Êlihê diman îdîaname hat amadekirin. Îdîaname bi sûcdarkirina “Alîkariya Rêxistinê” hat amadekirin û ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve hat qebûlkirin. Rûniştina ewil dê 24’ê Cotmehê bê kirin lê hat zanîn ku tevî ku evqas demekî kurt maye, her sê dayîk berî rûniştinê sirgunî Girtîgeha Jinan a Erzinganê bûn. Derket holê ku derbarê sirgunê de ne malbat ne jî ne jî parêzerên dayikan nehatine agahdarkirin.