BI DÎMEN

‘Divê alîkariya Rêveberiya Xweser bê kirin’

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku li beramberî tevahî şert û mercên dijwar Rêveberiya Xweser bi erka xwe ya mirovî radibe û wiha got, “Divê hemû rêxistinên navnetewî bi erkê xwe rabin û piştgirî bidin Rêveberiya Xweser.”

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo vegera penaberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Lubnanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo vegera penaberên Sûriyeyê ji Lubnanê ewê piştgirî bidin. Her wiha hat zanîn ku vegera li welat mafekî bingehîn e ku pêwîste tevahî dewlet ji bo hêsankirina wê bixebitin. Hejmara penaberên ku heya roja îro derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne 19 hezar û 502 ne. Bê guman roj bi roj hejmara penaberan zêde dibe.

Derbarê pêşwazîkirina penaberên Lubnanê yên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji ajansa me ANF’ê re axivî.

JI BO PENABERAN ŞANEYA KIRÎZÊ HAT AVAKIRIN

Şêxmûs Ehmed ragihand ku şerê Îsraîl û Hizbullah pir bandor li gelê Lubnanê kiriye û wiha bilêv kir: “Rêveberiya Xweser a  Demokratîk xwedî li van koçberan derket û wan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 24’ê Îlona 2024’an de şer di navbera Îsraîl û Lubnanê de qewimî, di vî şerî de gelê ji Sûriyeyê yê li Lubnanê dijiyan koçber bûn. Rêveberiya Xweser a Demokratîk kete nav liv û tevgerê da ku van koçberan bi awayek ewle bi cih bikin. Komîteya ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Lubnanê dike, ew jî bi erkê rêkirina wan malbatên koçber û derbaskirina wan ji sînorê Lubnanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, radibe. Her wiha Rêveberiya Xweser a Demokratîk daxuyaniyek di derbarê penaberên Lubnanê de da û Komîteya Şaneya Kirîzê jî ava kir. Şaneya Kirîzê jî ji bo hêsankirina riya penaberan a ber bi Sûrieyeyê ve, hate avakirin.”

19 HEZAR Û 502 PENABER

Şêxmûs diyar kir ku gelek malbatên ku bê cih man e di sê kampan de hatine bicihkirin û got, “Penaberên ji Lubnanê tên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li 3 kampan hatine bicihkirin. Kampa Adnaniyê li Reqa, Kampa Newroz û Erîşa li Kantona Cizîrê. Rêveberiya Xweser bi hemû hewildanên xwe dixwaze destekê bide van penaberan. Di heman demê de dixwaze xwe bigihîne rêxistinên navnetewî ji bo alîkariya van penaberan zêdetir were kirin. Heta niha hejmara penaberên ku ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne 19 hezar û 502 kes in. Ji wan 74 welatiyên Lubnanî ne û yên din jê ji netewên Ereb, Kurd û hwd’in. Rêveberiya Xweser a demokratîk tenê alîkarî û pêwîstiyên van penaberan pêk tîne û her wiha ti alîkarî ji rêxistinan neyatiye dayîn.”

TU ALÎKARÎ BI RÊVEBERIYA XWESER RE NEHATIYE KIRIN

Şêxmûs di dawiya axaftina xwe behs dike ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixwe di nav dorpêçekê de jiyan dike, lê ruxmî wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk koçberên derve di nava xwe de dihewîne û wiha got: “Weke ku em dizanin rojane êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixwe di nav koçberiyekê de jiyan dike û bi zehmetî dabara jiyana xwe dike. Li beramberî vê zehmetiya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk têde dijî, xwe erkdarên welatiyên ku di şerê Lubnanê de koçber bûne dîtin. Lê hêza Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi van alîkariyan giştî kêm dimîne, divê rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî bi me re bibin alîkar û bi erka xwe ya mirovahîtiyê rabin.”