Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê dewama Komploya Navneteweyî ye

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de, di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, li dijî gelê Şengalê, di navbera Bexda û Hewlêrê de peymanek hate ragihandin. Bi peymanê re her ku çû êrişên ser gelê Êzidî girantir bûn.

PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ YA LI SER ŞENGALÊ

Hemû peyman, lihevkirin û pîlanên li dijî Kurdistanê û Êzîdxanê girêdayî Peymana Lozanê hatine mohrkirin. Peymana Sadabadê ya sala 1937’an, Peymana Bexdayê ya sala 1955’an, Peymana Cezayîrê ya sala 1975’an, Peymana Edeneyê ya 1998’an, Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’an… Bi cewherî, çavkaniya van hemû peymanên li dijî hebûn û azadiya gelên herêmê, Peymana Lozanê û sîstema wê ya qirkirinê ye.

Peyman 1’ê Cotmehê hate mohrkirin, 9’ê Cotmehê hate ragihandin

Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera PDK û hikumeta Kazimî de hate mohrkirin. Her çiqas du aliyên fermî yên vê peymanê xuya bikin jî, dewleta Tirk ya dagirker hêza esasî ya li pişt vê peymanê bû. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zext li Iraqê kiribû û ev peyman di bin çavdêriya Nûnera Taybet ya Netewên Yekbûyî ya Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert de hate amadekirin û mohrkirin. Ji xwe, piştî ragihandina vê peymanê ji bo raya giştî, dewleta Tirk û Amerîkayê ev lihevkirine yekser pêşwazî kirin.

Peyman, di 1’ê Cotmeha 2020’an de hatibû mohrkirin lê di salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji raya giştî re hate ragihandin, ji ber wê ye wekî Peymana 9’ê Cotmehê tê binavkirin. Peyama Amerîka, dewleta Tirk û PDK’ê zelal bû: ‘’Ev peyman, berdewamiya komploya navnetewî ye û komployeke nû ya li ser civaka Êzidî û Şengalê ye.’’ Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku bi dîlgirtina fizîkî bi encam bûbû, niha li dijî paradîgma û sîstema ku li ser fikrê Rêbertî hatiye sazkirin bi komplo, êrîş û peymanên nû berdewam dikin. Piştî komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an, dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de dijî Serêkaniyê û Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê êrîşêke dagirkeriyê da destpêkirin, salek piştî wê di heman dîrokê de li dijî Sîstema Demokratîk a Êzidxanê ya li ser heman fikrî hatiye avakirin, peymanek hate îmzekirin. Yanî hêzên ku rê li ber komploya navneteweyî vekirin, vê carê jî li ser pîlaneke qirêj li dijî destkeftiyên civaka Êzidî lihevkirin.

Di bin berpirsyariya NY’ê de êrîşên qirkirinê tên kirin

Di Peymana 9’ê Cotmehê de navê du kesan hatiye nivisîn, li ser navê hikumeta Herêma Kurdistanê Wezîrê Karên Hindir Rêber Ehmed, li ser navê Iraqê jî Cîgirê Serokê Emnil Wetenî Hemîd Reşîd Faleh. Beguman, Nûnera Taybet ya Netewên Yekbûyî (NY) ya Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert jî di mohrkirina peymanê de amade bû. Tiştê balkêş, NY bi navê ‘Mîsyona Îstikrar û Ji nû ve Avabûnê’ berpirsyariya siyasî ya vê peymanê da ser milê xwe. Yanî NY, bi îdiaya ku wê li Şengalê aramî, îstikrar û ji nû ve avabûnê pêş bixe piştgiriya vê peymanê kir. Lê encama salan a vê peymanê, êrîşên ku li ser Şengalê yên di vê deme de hatine kirin têne zanîn. NY, xwe xist bin berpirsyariyeke wisa ku hemû êrîşên dewleta tirk û PDK’ê veşêre an jî nerm bike. Ji ber vê, NY ji êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê di asta yekem de berpirsyar e. Ji xwe Plasscheart 3 sal in ku bi derd û kulê Şengalê radize û pê re radibe! Beguman derdê Plasschaert ne civaka Êzidî, lê belê serweriya PDK’ê ya li Şengalê ye.

Bi zimanê siyasetê fermaneke nû li Êzidiyan hate ferizkirin

Civaka Êzidî, ji roja destpêkê ve li dijî vê peymanê derket û ev peyman wekî ‘’Fermana Yasayî’’ binavkir. Civaka Êzidî bi vê tarîfa xwe  rastiya peymanê raxistibû ber çavan. Civaka Êzidî dît ku di pişt xalên vê peymanê de ku bi zimanê ‘siyasetê’ hatibû amadekirin, fermaneneke nû heye. Bi cewherî Peymana 9’ê Cotmehê piştî fermana bi destê DAIŞ’ê, vê carê jî di bin berpirsyariya NY de ‘Fermana Spî’ li civaka Êzidî ferz dikir. Ji bo naveroka vê peymanê û armanca wê baştir bizanin, pêwîstî bi çavek li xal û hurdekariyên vê peymanê gerandin heye.

Xalên Peymana 9’ê Cotmehê

Rêveberî

-Wê qeymeqameke nû were hilbijartin ku wê serbixwe û profesyonel be, li gorî destûra bingehîn û nîzama dadê tevbigere.

-Piştî ku qeymeqam were hilbijartin, ji bo cihên din yên rêveberiya îdarî wê mîsoger werin tayînkirin. Ev kesane wê ji aliyê komîsyoneke hevpar ya ji her du aliyan ve (Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê) werin tayînkirin.

Ewlehî

-Li derveyî polîsê Federal, ewlehiya niştimanî û yekîneyên îstixbaratê, wê tu hêzeke din ya çekdar ji ewlehiya herêmê ne berpirsyar be. Wê hemû hêzên din yên çekdar ji Şengalê werin derxistin.

-Wê li Şengalê ji bo ewlehiya hindirîn (asayiş) 2500 kes werin erkdarkirin û ewlehiya li herêmê were xurtkirin.

-Wê dawî li hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Şengalê û derdora Şengalê were dayîn. Wê rê li ber were girtin ku PKK li herêmê xwedî rol û rist be.

Ji nû ve avabûn

-Wê hikûmeta federal ya Bexdayê û hikumeta herêmî ya Kurdistanê komîsyoneke hevpar ava bikin û bi hevkariya îdareya Nînovayê ji bo ji nû ve avabûna herêmê kar bike. Wê erk û rayeyên vê komîsyonê ji aliyê serokwezîrên herêma Kurdistanê û hikumeta federal ve were diyarkirin.

-Ji bo şopandina biryarên derbarê rewşa îdarî û ewlehiyê de, wê her du aliyên ku beşdarî peymanê bûne, komîteyeke hevpar ava bikin.

Xalên Peymana 9’ê Cotmehê her çiqas bi zimanê siyaset û dîplomasiyê hatiye hûnandin, aramî û ewlehiya Şengalê destnîşan bike jî hemû êrîş û operasyonên salên dawî yên li ser Şengalê girêdayî vê peymanê pêş ketin. Ji ber vê, pêwîste rastiya her xalek vê peymanê yek bi yek were nirxandin.

Çima peymana 9 Cotmehê?

PDK`ê  li Şengal serwer bu. Piştî 2003 di sala 2005  mada 140.

Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140, deverên nakok wek wan deverên ku hatine erebkirin û sînorên wan di navbera 17 ê tîrmeha 1968’an û 9 ê nîsana 2003`an de hatine guhertin pênase dike.

Lijneya cîbicîkirina madeya 140 ya destûra Komara Iraqê navçeyên nakok li gor peywendiya wan diyar dike. Hikumeta Kurdistanê daxwaz dike ku çend deverên cuda yên bi nasnameya Suryanî û xirîstiyanî û Kurdistanî û Şabak Ezîdî Ereb, taybet û patronê li Deşta Neynewayê, ji navçeyên Şêxan, Hemdaniyê û Telkef, were girêdan. Ji bilî devera hebûna Êzidiyan li bajarê Şengalê ku di nav jîngeheke Ereban de ye, ji bilî Zemar li navçeya Telaferê û navçeya Kahtaniye ya navçeya El-Baac.. ew dem hekumita herema Kurdistan reveberya Şengal xestibu bin konterola xwe u parastina Şingal û gunden derdore. Peşmergeyen PDK parastina sinoren Şengal dikirin. Û ewlehîya hunderîn jî be asyîşa PDK di hat kirin. Ama encam ji vê parastine çi derket.  Di sala 2007’an Heyva Sor a Îraqî texmîn kir ku barhilgirên kamyonên madeyên teqemenî û bombeyan 796 kes kuştin û hezar û 562 kesên din birîndar kirin, ku ev êrîşa herî kujêr li Îraqê ye piştî ketina hêzên Emerîkî. Piştî êrîşên 11’ê Îlonê ev duyemîn êrîşa herî mezin e li cîhanê di warê hejmara kuştiyan de.

Ev di dema serwerya hekumeta herema kurdistan di bu. Ev erîşa ku li ser Til-Ezer hatîye kirin Tandîm Alqayîda ger ser xwe berpersyartî. Bes ew trele yen derbasî Sîba Sex Xidir û Til-Ezer bun li ber seytereya Peşmergeyan re debas bun wisa xwe di nava wan kesan de teqandin. Ev dide nişanadan ku ew ji veya berpersyarin. Ev derbas bu Ezîdîyan edî dîsa baweriya xwe dan partî Demokratî Kurdistan û disa bi wan re ketin tekilîyan û piştgirî dan wan. Bes wan çawa xwe dan nasîn. PDK di dîroka xwe giştî giştî de xiyanet li kurdan kiriye u her li dijî berjewendîyen kurdan kar kirîye. Di 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengal 12 hezar peşmerge bi cîhkirin bi gotina ku em Şengal biparezen gel dane  bawer kirin. Lê dema erîşa çeteyen DAÎŞ’ê  le ser Şengal tê ew 12 hezar   peşmerge ji Şengal di revin. Ev herî hatibu pilan kirin Şengal hat firotin ji hela hekumeta başure kuristane ve.  Encamê reva peşmergeyan nezî 13hezar  Ezîdî ten gertin kuştin û tecawiz kirin keç û jinen temen  mezin li bazaran hatin  firotin. Be sedan goren komî hatin çikirin ji ciwanen Ezidî bi hezaran keçen ezîdî le bazaran heta  îro jî  ten firotin û çarenusa wan naye zanîn.  Ev hemu di bin berpirsiyariya PDK`ê de ye. Bê sebeb wan jinen Şengalê goştê zaroke xwe xwarin. Pêşmergeyen Roj erîşe Xanesorê  kirin û di vê erîşe de Rojnamevan Nujîyan Erhan û Ş-Amed û heşt kesen din şehîd ketin. Hikumeta Başure kurdistane xwestin vegerin Şengal ama nikaren jiber rastîya wan hat fem kirin gel edî însanen îxanetkar  qebul nake mala Berzanî ewqas îxanet kirin edî mirov nizane çawa bîne ziman. Nekarî bi r,ka êrîşan bi cîh bibin serî  li rêbazên nû xistin. Bi lîstoken xwe yen qerêj dexwaze di nav civaka Ezîdî de tevlîhevî çêbikin.

PDK` ê dixwaze ciwanan bike dijminê koka wan

PDK û MIT a tirk li ser ciwanan rebazen şere taybet dide meşandin û wan ciwanan dike dijmine koka wan. Gelek ciwan li Şengalê bi rêya  PDK bun ajanen MIT a tirk û li ser peşengen civaka Ezîdî kar dikirin. Ew bun sedema gelek windahîyan. Gelek rêhevalen ku ji buna Şengalek xweser jiyana xwe bi giştî feda kiribûn bi destê MÎT ê hatin şehîd xestin. Tişta ku her kes dizane civaka Ezîdî bi 74 fermanan re rubru maye ama her li hevdu xwedî derkitin û jibuna bawerya xwe li ber xwedan û  li beranber dijminê Ezîdîyan  gel  ji hevdu re dibun dost û bi hevre şer dikirin û li ber xwe didan. Ev rastîya Ezîdîyane. Ezîdîyan qet ne xwestine deste xwe bixin xwîna zaroken civaka xwe. Li bi saya van kesên xwe firoş ciwan xistin bin bandora xwe û li beranberî ciavke dan bi kar anîn û bun sedema şehadeten  Peşengen heja û fermandaren jiyane. Bi xeta xiyanetê xwesstin ser bikevin yekbşna gelê Êzîdî wan vala derxist.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî