BI DÎMEN

Gel li Duisburgê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Kurd û dostên xwe li dijî êrîşên nijadkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Duisburgê daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan, li dijî êrîşên nijadkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Duisburg ê Elmanyayê daketin qadan.

Kurdistaniyên ku bi bangawaziya DKTM'ê li pêşiya stasyona trênê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di daxuyaniyên çalakiyan de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ku ji bo tengasî û bêçarebûna xwe nixumîne pêk tîne û peyama, "Em ê rê nedin van êrîşên komkujiyê" hat dayin.

Di daxuyaniyan ev tişt hate gotin: "Armanca van êrîşên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojavayê, jiholêrakirina azadî û destkeftiyên gelan e. Dagirkerî û nijadkujî parçeyek ji polîtîkayên dewleta Tirk e ku li dijî Kurdistanê disepîne. Dewletên herêmê û hêzên navnetweyî çavên xwe ji van êrîşan re dineqînin an jî bi awayekî aktîf piştgiriya van êrîşan dikin. Armanca sereke jiholêrakirina paradîgmaya Rêber Apo a jiyana hevpar e, girtina rêya azadiya gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye."

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên "Bimre faşîzm", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Ji dagirkeriyê re na, mirovahiyê biparêze", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.