Fransayê balafirên şer û keştî şandin Rojhilatê Deryaya Spî

Ji ber kirinên deryasayî yên sondajê yên dewleta Tirk li Rojhilatê Deryaya Spî rageşî zêde dibe. Fransayê du balafirên şer û du keştî şandin herêmê.

Wezareta Berevaniyê ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir du balafirên şer ên Rafal wê biçine Gîrîtê û got balafirên ku wê li nav rojê li qadê bin 'çend rojan' bimînin. Ev balefir beriya niha ji Duşemê heta bi Çarşemê li Qibrisê hatibûne bicihkirin.

Herwiha 4'ê Tebaxê ji ber teqîna li Libnanê keştiya Tonerre ku ji b o alîkariyê bibe Bêrûdê jî êvara Pêrşemê tevlî firketeyna bi navê La Fayettê ya Deryaya Spî bû.

Wezareta Berevaniyê got, ''Armanca vê tevgera leşkerî ew e ku bi rengekî resen rewşê binirxîne, pêgiriya Fransayê ya li gera serbest, ewlehiya gihandina deryayî ya Deryaya Spî û hiqûqa navnetewî destnîşan bike.''

Beriya vê geşedanê bi rojekê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Çarşemê bi daxuyaniyekê xwest ku Tirkiye dawî li xebatên xwe yên yekalî bîne.

Macron got, ''Rewşa li Rojhilatê Deryaya Spî cihê fikar û endîşeyan e. Li qadên lêgerîna petrolê ya biryarên yekalî yên dewleta Tirk dibe sedema rageşiyan. Ev, ji bo diyalogeke avlêrjiandî ya di navbeyna cîran û welatên tifaq ên NATO'yê de divê bisekine.''

Macron got, ''Bi demkî, min biryar li ser da ku di rojên bê de Yewnan jî di nav de bi rengê hevkariya bi hevalbendên Ewropî re li Rojhilatê Deryaya Spî hebûna hêza leşkerî ya Fransayê geş bikim.''