'Fransa bixwaze dikare terora dewleta Tirk ceza bike'

Yek ji pisporê îstîxbaratê yê navdar ê Elman Erîch Schmîdt-Eenboom li ser gotinên Pekîn ên derheqê komkujiya Parîsê, got, ''Piştî vê mikurhatinê heke Fransa bixwaze dikare terora dewleta Tirk ceza bike."

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Serekerkaniya Tirk Ismaîl Hakki Pekîn 16'ê Sibata 2020'an li qanala Tirk CNN Turk'ê di bernameyekê de axivî, rêveberên KCK'ê kire hedef û got, ''Li Ewropayê hemanên van hene. Divê em tiştekî bi hêmanên van ên li Ewropayê bikin. Beriya niha li Parîsê hate kirin, lê...'' Bandora van gotinan didome.

Ev gotinên Pekîn dibe mikurhatina ku dewleta Tirk 9'ê Çile 2013'an li paytexta Fransa Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez qetil kirine. Yek ji pisporê îstîbaratê yê Elmanyayê Erîch Schmîdt-Eenboom ev gotinên pekîn ji ANF'ê re nirxand.

'LI PARÎSÊ TERORA DEWLETA TIRK HEBÛ'

Eenboom ku bi lêkolînên xwe yên li ser komkujiya Parîsê û xebatên MÎT'a Tirk ên li Elmanyayê tê zanîn, got, gotinên Pekîn ên têkilî komkujiya Parîsê dikare tesîrê li ser pêvajoya darazê ya li Fransayê bike.

Pisporê îstîxbarata Elman qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê weke, ''terora dewleta Tirk'' bi nav kir û got, ''Heke Fransa dev ji gazinan biere û nexwaze terora dewleta Tirk bêceze bihêle, ji gotinên Pekîn dikare tiştinan bike''. Piştî ku Pekîn siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê kire hedef, li ser pirsa, ''Hê jî hûn li pey wê tezê ne ku hûn dibêjin cinayetên wiha û suîkast,  li Elmanya nikarin bibin?'', Eenboom wiha got:

''Bi min ji hêla Elmanyayê ve hewceyî nîne ku mirov bitirse, ji ber ku li gorî min MÎT li Elmanyayê nikare cinayetan bike. Bi min hikûmeta Elman bi hevkarên xwe yên Ewropî re li ser vê mijarê têra xwe tevdîr standiye, xebatkarên îstîxbarata Tirk taqîb bike û ku hewce dike wan dersînor dike, ango ji bo ku tiştekî wiha nekin têra xwe zextê dikin.''

'HIŞYARIYA 'PÊ LI XETA SOR NEKE' LI TIRKIYÊ HATIYE KIRIN'

Erîch Schmîdt- Eenboom ku Serokê Enstîtûya Lêkolînên Polîtîkayên Aştiyê ye û bi lêkolînên xwe yên têkilî xebatên MÎT'ê yên li Elmanyayê tê zanîn Hezîranê di qenala ZDF'ê de têkilî gotinên berpisên MÎT'ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney ku têkilî Komkujiya Parîsê axivîbûn, gotibû, ''agahiyên ku didin mirov qanih dikin.''

Eenboom bi bîr xist ku îstîxbarat û yekîneyên ewlehiyê yên Fransayê zanînên li ber destên xwe ku fermana suîkasta li Parîsê rasterast Erdogan daye, dane dozgeriya Fransayê û ev di dosyaya lêpirsînê de hene û diyar kir ji bo ku rûdaneke wiha li welatê awn nebe hikûmeta Elman hişyariya 'pê li xeta sor neke'' daye Enqerê.