BI DÎMEN

Fîraz Dag li ser gora xwe hat bibîranîn

Derhêner û rojnamevan Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ê li Reqayê şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê rêheval, hezkirî û malbata xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn.

ŞEHÎD FÎRAZ DAG (MEHMET AKSOY)

Derhêner, nivîskar û rojnamevan Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) dema ku di nava Yekîneyên Çapemeniya YPG'ê de bû di 26'ê Îlona 2017'an de li Reqayê şehîd bû, ji aliyê hevrê, hezkirî û malbata xwe ve li ser gora xwe ya li Goristana Highgate ya Londonê hat bibîranîn.

Serokê Desteya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Muhammed Elî, rojnamevan Mark Campbell û gelek kes beşdarî bîranîna ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Jinê ya Jiyan hate lidarxistin, bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û li ser gora Fîraz Dag kulîlk û gul hatin danîn.

Di bîranîna ku bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin de li ser navê Komuna Ciwanan a Kînda Zîn axaftin hat kirin. Komuna Ciwanan da zanîn ku ew her sibe bi hêvî û xeyalên Fîraz dest bi rojê dikin û got, “Avakirina cîhana ku Fîraz jê bawer dikir ji hevrêyên wî re ma. Her êvar em li stêrka herî geş dinêrin û soz didin; em ê jiyana nû ya ku Rêber Apo nîşanî me daye, bi kedeke mezin ava bikin. Em ê xewna Fîraz li metropolan, li çiyayên herî bilind, li çolên herî germ û li navenda Ewropayê pêk bînin. Ev jî soza me ya ji wî re ye."

Piştre Nûnerê MSD’ê Hesen Muhammed Elî axivî û diyar kir ku wan careke din bejna xwe li ber bîranîna şehîd Fîraz Dag ditewînin û got, “Eger îro jiyan hebe, ger em serê xwe bilind dikin û xwedî nasname bin, em deyndarê şehîdên xwe ne. Em erka xwe ya exlaqî dibînin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Xeyalên şehîdên me li Rojava pêk tên. Îro em bi saya şehîdên xwe bêhnê distînin û bi saya wan tahma azadiyê digirin. Şehîdên me bûne pira yekîtiya Kurdistanê. Ger îro mafê me yê siyasetê heye û li cîhanê bûbin xwedî gotin, ev yek bi nirxên ku şehîdên me afirandine pêk hatiye. Em soz didin şehîdên xwe; em ê xeyalên wan pêk bînin, em ê Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin." 

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî û diyar kir ku Fîraz Dag mîrateyeke mezin a azadiyê hiştiye û di avakirina jiyana li ser xeta modernîteya demokratîk û birêxistinkirina civaka exlaqî ya li dijî modernîteya kapîtalîst de mîrateyek girîng hiştiye. Akbal diyar kir ku heta azadiya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna xwe di xeta şehîdan de bidomînin û axaftina xwe bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bjî Serok Apo” bi dawî kir.

Piştî axaftinan Hozan Merwan kilam gotin. Kesên ku beşdarî bîranînê bûn, kêliyên hestiyar jiyan.