FED-GEL'ê bertek nîşanî krîmînalîzekirina Kurda da: Pêwîstiya Elmanyayê bi aştiyê heye

FED-GEL'ê bertek nîşanî lêgerîna Mala Gel a Medyayê ya Nurnbergê da û girtina Hevseroka DTM’ê Makbûle Kartal şermezar kir û got, “Demildest dawî li biryarên siyasî û qedexeyên siyasî yên ku zirarê didin gelê Kurd, bînin.”

Polîsê Bavyerayê di seatên serê sibê de li Mala Gela Medyayê ya Nurnbergê û mala Hevseroka Meclisa Civaka Demokratîk a Nurnbergê (DTM) Makbûle Kartal lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê Makbûle Kartal girtin û şandin girtîgeha Stadelheimê ya Munîhê.

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) a ku li eyaletê rêxistinkiriye, daxuyaniyek nivîskî weşand. FED-GEL'ê  diyar kir ku ew ê li ber siyaseta dewleta Elmanya û eylaeta Bavyerayê ya li Kurdan serê xwe netewînin.

FED-GEL'ê daxuyand ku lêgerîna polîsan û girtina Hevserok Makbûle Kartal bi armanca tirsandina çavê Kurdan pêk hatiye û got, “Polîs bi lêgerîn û girtinê hewl dide ku mafên rewa yên gelê Kurd ji holê rake. Dewleta Elmanya bi awayekî fermî li Sûriyeyê diçe serdana kesê ku navê wî di nava lîsteya lêgerînê de ye, lê bi girtin û serdegirtinê bersivê dide daxwazên rewa yên Kurdên li Elmanyayê ."

MAKBÛLE KARTAL JINEKE KURD A MÎNAK E

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Hevseroka Meclisa Nurnbergê Makbûle Kartal a 65 salî ye û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, zirar nedaye dewleta Elmanyayê. Dixwest mîna her kesê/î xwedî mafên xwe yên xwezayî be û hurmetê nîşanî nasnameyê wê bê dayîm. Makbûle Kartal bi vê sekin û helwesta xwe jineke Kurd a mînak e.”

DEV JI POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ KURDAN BERDIN

Wek FED-GEL’ê em ji dewleta Elmanyayê daxwaz dikin ku dev ji polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan berdin. Dewleta Elmanyayê ya ku çil salin heman polîtîkayê dimeşîne û encamê jê nagire divê êdî bibîne pêwîstî bi aştî û çareseriyê ya Kurdên li Elmanyayê dijîn heye. Li ser vê bingehê em hewldana krîmînalîzekirina Meclisa Nurnbergê û girtina Hevseroka DTM’ê Makbûle Kartal şermezar dikin. Em dixwazin demildest dawî li biryarên siyasî û qedexeyên siyasî yên ku zirarê didin gelê Kurd, bînin.”

JI BO ELMANYAYÊ AŞTIYA LEZGÎN PÊWÎST E

Yên ku hewl didin gelê Kurd ên li Elmanyayê krîmînalîze bikin û xwe li pişt qanûnên derqanûnî veşêrin, bizanibin ku gelê Kurd serê xwe li ber qirkirina li ser wan tê ferzkirin, natewînin. Aştî bi qasî Sûriyeyê ji bo gelê Kurd ên li Elmanyayê dijîn pêwîst e û pêwîstî bi aştiya lezgîn heye.”