Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Enternasyonalîstên ji bo Ocalan dimeşin gihîştin Metzê-NÛ BÛ

Enternasyonalîstên li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadiya Ocalan dimeşin gihîştin Metzê.

Meşa ku enternasyonalîstan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah calan li Luksembûrgê dest pê kirin, dewam dike. Ji Latîn Emerîka, Spanya, Îtalya, Fransa, welatên Skandînavya, Îran, Efrîka Başûr, Kanada, Ekvador, Giravên Kanaryayê û Awûstralyayê 120 enternasyonalîst tevlî meşê dibin.

SERDANA ŞAREDARIYÊ

Enternasyonalîstan îro jî pankarta bi nivîsa "Em çiyayê we ne" vekirin û Thonvîlleyê heta Metzê meşiyan. Di meşê de bi Kurdî, Îngilizî û Fransî dirûşm qîriyan.

Enternasyonalîstan serdana Şaredariya Metzê kirin û alîkara şaredar ew pêşwazî kir.

Alîkara serokê şaredariyê Nathalie D'oliveira diyar kir ku ew têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasî û azadiyê girîng dibînin.

Enternasyonalîstan di nava xwe de komîte ava kirin û pêwîstiyên xwe jî bi rêya van komîteyan tedarik dikin.