‘Em bang li gelê xwe yê Elmanyayê dikin ku berxwedanê mezin bikin’
Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanya (FED-KURD) li dijî desteserkirinan daxuyanî da û bang kir ku li her qadê berxwedan bê mezinkirin.
Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanya (FED-KURD) li dijî desteserkirinan daxuyanî da û bang kir ku li her qadê berxwedan bê mezinkirin.
Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanya (FED-KURD) nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê da.
Di daxuyaniya nivîskî de, wiha hate gotin: “Hewl tê dayîn ku şaredariyên di hilbijartinan de bi piştevaniya gel bi dest nexistine, bi qeyûman bi dest bixin. Ev yek bi eşkere li dijî mafê gel ê hilbijartinê darbe ye û gelê me wê li dijî van êrîşan ti carî serî netewîne.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin ragihandin:
“Li her çar aliyên Kurdistanê gel wê li dijî polîtîkayên zordarî û zextê yên desthilatdariyê, berxwedanê bidomîne.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê îradeya gel nas nake û ji bo tayînkirina qeyûm israr dike, ev yek li dijî avakirina Tirkiyeyek demokratîk, her cure lêgerîna çareseriyê xira dike. Qeyûm li dijî têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya hemû gelên Tirkiyeyê, êrîşeke eşkere ye. Çareserî ew e ku têkoşîn bê mezinkirin, berxwedan bê raberkirin, ev desthilatdariya faşîst bê têkbirin û dawî li desthilatdariya wî bê anîn.
Di serî de gelê me yê li Rojhilatê Elmanyayê em bang li emû hêzên demokratîk û hestiyar dikin ku li ser vî bingehî têkoşîn û berxwedanê mezin bikin, li her qadê daxwaza ji bo azadî û demokrasiyê zêde bikin.”