Elmanya dixwaze li Ewropayê bibe welatê ku her cure çekên wê hene

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz diyar kir ew dixwazin li Ewropayê bibien welatê ku her cure çekên wê hene.

Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz di parlementoyê de axivî û diyar kir welatê wî piştî analîzên ‘şaş’ ên ku wê li dora wê ‘dostên’ wê hebe, divê ‘li Ewropayê bibe welatê ku her cure çekên wê hene’.

Scholz diyar kir divê welatên Ewropayê di bin banê NATO’yê de hêza xwe zêdetir bikin û got “Em wekî neteweyeke qelebalix a li navenda parzemînê xwedî hêza herî mezin a ekonomîk in, divê hêza me li Ewropayê bibe zemîna parastina konvansiyonel û li Ewropayê bibe hêza çekdar a herî xurt.”

Piştî şerê ku Rûsyayayê li hemberî Ukraynayê da destpêkirin di polîtîkaya parastinê ya Elmanyayê de guherînên mezin hatin kirin. Hikumetê ji bo nûkirina alavên artêşê 100 milyar eûro fon amade kir.

Scholz got “Wezîrekî berê yê parastinê yê Elmanyayê diyar dikir li dora me dost hene. Lê rastî ev e ku siyaset, ekonomî û beşeke zêde ya civakê bawerî bi vî tiştî anî û encamên xurt ji vî tiştî stend. Îro heke em li rewşa artêşa Elmanyayê binihêrin ev encamên şaş in.”