BI DÎMEN

'Eger daxwaza bangê ji Rêber Apo tê kirin, divê azad bibe û xwedî derfetê karkirinê be'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê êdî nikare dewam bike û got, "Eger tiştek ji Rêber Apo tê xwestin, eger bang jê tê xwestin, ji bo karibe vê bike divê azad be û xwedî derfetên karkirinê be."

HÊLÎN UMÎT

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û li gel salvegera komploya navneteweyî pêvajoya ku piştî hevdîtinên li Îmraliyê destpê kir, nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de bi navê hemû hevrêyên xwe Rêber Apo bi hezkirin û hesretê silav kir û bi bîr xist ku komploya navneteweyî ya dikeve sala 27'an û got, "Pêvajoya derbasbûyî divê ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Ya rast em vê nirxandinê timî dikin, her sal dikin, her roj dikin. Ji ber ku sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê ku ji 15'ê Sibatê ji komploya navneteweyî û vir ve hatiye avakirin ne tenê li hemberî Rêber Apo, di heman demê de li dijî gelekî hatiye avakirin. Ji ber vê eykê hem weke gel hem jî em li ser bingeha rexnedayineke mezin de em van 26 salan li pey xwe dihêlin.

Gelek dersên girîng hene ku me ji pêvajoyê wergirtine. Beriya her tiştî em berxwedana gel û dostên xwe ya li dora Rêber Apo ku sekneke lehengî ya mezin nîşan didin silav dikin. Bêguman ev berxwedan ne berxwedana kesekî bi tenê ye."

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI SER NEKET

Hêlîn Umît bi bîr xist ku beriya niha bi 10 salan Rêber Apo gotibû, 'Mizgîniyê didim; înkar qediya' û got, "Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û şerê azadî û hebûnê yê bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin, tora înkarê ya li dora gelê Kurd parçe kir. Hêzên mezin ên sîstema cîhanê -DYE, Îsraîl, Îngilistan- haya wan ji xwe ji înkarkirina Kurdan hebû, lê belê gihîştin wê astê ku êdî bi zimanekî fermî bînin ziman. Li Tirkiyeyê jî ev yek şikest ku li herêmê xeta înkarê temsîl dike. Lewma înkar ji holê rabû. Bi temambûna sala 26'an a komploya 15'ê Sibatê û destpêkirina sala 27'an re em dikarin bi hêsanî balê bikişînin ser vê yekê.

Lewma komploya navneteweyî, komploya 15'ê Sibatê bi ser neketiye. Negihîşt armancên xwe. Armancên xwe yên destpêkê nekarî bi cih bîne. Ew şerê mezin ê navbera gelên Tirkiye û Kurdistanê, plana qirkirina hev nekarî bixe meriyetê."

ÊDÎ DAWÎ LI SÎSTEMA QIRKIRINÊ YA ÎMRALIYÊ TÊ

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê anî ziman ku agahiya wan têkildarî naveroka hevdîtina bi Rêber Apo re heye û bi dewamî got, "Ji ber vê yekê jî em hewl didin ku rastiyên Rêber Apo di hevdîtinê de got fêhm bikin, rastiyê têbigihêjin û li gorî vê yekê jî wezîfeyên xwe bi rengekî rast diyar bikin. Ji bo vê gavê dikarim vê bibêjim. Bang wê bê kirin an na, naveroka wê, mijarên din wê di rojên bê de diyar bibin.

Di vir de çend nuqteyên girîng hene. Ya girîng jî rewşa Rêber Apo ye. Beriya her tiştî divê ev yek zelal bibe. Di vê mijarê de divê gav bê avêtin. Eger wê pêşketinek çêbibe, hingî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, afirandina şert û mercên azad ên karkirinê pêwîstiya herî bingehîn e. Ji ber ku hin gotin ber bi aliyên cuda ve hatin kişandin, hewl didim bi baldarî biaxivim, lê belê ev nebe nabe. Înîsiyatîfek ji herdu aliyan heye. Eger tiştek ji Rêber Apo tê xwestin, eger jê tê xwestin ku bangekê bike, ji bo karibe vê bike divê azad bibe û xwedî derfetê karkirinê be. Êdî dawî li Sîstema Qirkirinê ya Îmraliyê tê. Ev sîstem nabe ku bi vî rengî dewam bike; divê ji holê bê rakirin. Ya ku em qalê dikin meseleyeke sîstemê ye, ne nîqaşa cihekî ye.

Lewma mijara esasî ew e ku Rêber Apo karibe bi rengekî azad bixebite û têkiliyê dîne. Vê gavê mijara herî bingehîn ev e. Ya din, ji xwe Rêbertî wê bixe pratîkê, ew tê zanîn."

PÊVAJOYA GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ

Hêlîn Umît diyar kir ku her kes hewl dide navekî li vê pêvajoyê bike, lê belê ne pêvajoyeke welê ye ku karibe bi hêsanî bê pênasekirin û got, "Bi dîtinê, bi tecrûbekirinê em ê nav lê bikin. Weke di meseleya 'pêvajoya aştiyê' de ku bi taybetî siyaseta demokratîk a Kurd a li Tirkiyeyê bi israr destnîşan kir, ev pêvajo pêvajoyeke aştiyê nîne. Ji xwe dijber jî dibêjin 'pêvajoya aştiyê nîne'. Pêvajoyeke danûstandinan jî nîne. Em nikarin bibêjin pêvajoyeke çareseriyê ye, ji ber ku rewşeke bi vî rengî nîne.

Baş e, çi ye? Pêvajoyeke guherîn û veguherînê ye. Em bi vî rengî fêhm dikin û hewl didin bi vî rengî têbigihêjin.

Pirsa esasî ev e: Gelo Tirkiye ji vê re amade ye? Tirkiye li ser bingeha azadiya Kurdan ji veguherînê re amade ye? Di rewşa heyî de tê dîtin ku dewleta Tirk ji vê re ne amade ye. Di nava dewletê de dek û dolabên hin hêzan hewl dide ku pêvajoyê berevajî bike. Li gel vê yekê hin beş hene ku cidiyeta pirsgirêkê fêhm kirine. Mînak Devlet Bahçelî li gel ku nexweş û li erdê bû peyamek da û got, 'Li Tirkiyeyê êş û azara zayînê heye, ev tê wateya metirsiyê, divê em bibin yek'. Balkêş e ku nexweş jî be peyameke bi vî rengî da. Bi rastî jî dewleta Tirk li ser bingeha azadiya Kurdan ji veguherînê re amade ye? Em amade ne. Em ji veguherînê re jî amade ne ji guhertinê re jî. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in. Nêrîna me ya civakî û dîrokî vê yekê diafirîne.

Çend sedemên rûdana pêvajoyeke bi vî rengî hene. Şert û mercên li cîhanê û herêmê êdî vê yekê ferz dikin. Hevsengiya ku beriya 100 salî li Rojhilata Navîn hatibû danîn êdî nîne. Sûriye hilweşiya, ev yek jî hilweşîna Rojhilata Navîn temsîl dike. Bi El Şara yan jî Mûhammed Colanî re gelo hevsengî ji nû ve hatin rûniştandin? Na, hîn ti tişt diyar nîne. Di navbera Hamas û Îsraîlê de doh peymana agirbestê hebû, îro jî Hamasê ragihand ku wê ev yek rawestandiye. Daxuyaniyên têkildarî rewşa li Xezeyê li holê ne. Li Rojhilata Navîn şer hîn sor dibe; şerê sermaye, bandorê û dagirkeriyê dewam dike. Ev rewş gihîşt wê astê ku gefê li Tirkiyeyê bixwe.

Ne ku ji bo gefê li hinekan bixwim vê yekê dibêjim; ev rastiyek e. Tirkiye welatekî welê ye ku xwedî îdîaya hegemonya herêmî ye. Têkiliyên xwe yên bi Sûriye, Iraq û hêzên din ên li herêmê û cîhanê re di vê çarçoveyê de ne. Têkiliyên ku bi welatên Efrîkayê re daniye jî hêzên kapîtalîst aciz dike. Lê belê li Rojhilata navîn rastiyeke Îsraîlê heye ku weke hêza bingehîn a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn bi cih bûye. Tiştekî asayî ye ku di navbera van herdu hêzan de hevrikî û rageşî hebe. Em vê hilnaberînin; rastiyeke bi vî rengî heye. Jİ ber vê yekê gotina, 'planên cuda li hemberî Tirkiyeyê di dewrê de ne' gotineke nepixandî nîne, rastiyeke. Niha zehmet e bê gotin bê kîjan jê wê bikeve dewrê. Desthilatdariya li Tirkiyeyê eger bi hêzên emperyalîst re bi temamî li hev bike û serî bitewîne hingî dikare li ser piyan bimîne. Lê belê eger polîtîkayên heyî bimeşîne rîskeke mezin heye.

Tirkiye wê bi çi rengî ji vê yekê rizgar bibe? Mîna ku Rêber Apo timî destnîşan dike, li ser bingeha têkiliyên Tirk-Kurd ên dîrokî dikare rizgar bibe. 'Bêyî Kurdan Tirk nabe, bêyî Tirkan Kurd nabe. Ev herdu gel hezar sal in bi hev re tevgeriyan û hebûna xwe bi vî rengî dewam kirin'. Ev rastî sala 1999'an di rojên komploya navneteweyî de jî dihate axaftin.

JI BO KARIBE LI HERÊMÊ LI SER PIYAN BIMÎNE, TIFAQA BI KURDAN RE DIVÊ

Rêbertî wê demê got, îro jî dubare dike. Eger civak, gel an jî desthilatdariya Tirk dixwaze li herêmê li ser piyan bimîne, rêya vê yekê jî tifaqa Kurdan a hezar salî ye. Ji Selçûkiyan û vir ve bi vî rengî bû, di dema Yavûz de jî bi vî rengî bû, her tim bi vê tifaqê li ser piyan ma. Lewma ya ku niha divê di rojevê de be û bê nîqaşkirin ev mijar e."

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ HÎN XURT BIKIN'

Hêlîn Umît ragihand ku li gorî anketan beşeke girîng a civaka Kurd ji dewletê bawer nake û got, "Lê belê ji Rêber Apo bawer dike, jê hêvî dike. Bi qasî ku di çalakiyan de hate dîtin dixwazin bi coş û kelecaneke mezin nêzî pêvajoyê bibin, dixwazin 15'ê Sibatê ya nû bibîne ku tarîtiyê ji holê rake. Lê belê baweriya xwe bi dewleta Tirk nîne."

Hêlîn Umît destnîşan kir ku ev yek pêvajoyeke têkoşînê ye û divê vê têkoşînê hîn bilind bikin.