Pervîn Bûldan serdana Demîrtaş û Mizrakli kir
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kir.
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kir.
Daxuyaniya DEM Partiyê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan serdana Serokê Giştî yê HDP'ê yê dema berê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kir ku li Girtîgeha Edîrneyê têne ragirtin. Bûldan di mijara qonaxa dawî ya lêgerînên çareseriyê agahî da Demîrtaş û Mizrakli û careke din nêrîn û pêşniyarên wan wergirt.
Demîrtaş û Mizrakli anî ziman ku wê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê û silav û hezkirinên xwe ji gelê me ragihandin."