BI DÎMEN

Delal Çiya: Li Tişrînê wê bêhn li dagirkeran biçike

Şervana YPJ'ê Delal Çiya berxwedana gelan a li Bendava Tişrînê silav kir û got, "Çete wê têk biçin, berxwedana şervan û gel wê bi ser bikeve."

BERXWEDANA LI TIŞRÎNÊ

Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe 68 roj in êrîşî Bendava Tişrînê dike. Şervanên YPJ û QSD'ê jî zêdeyî 2 meh in li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji 8'ê Çileyê û vir ve jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Tişrînê nobedê li dijî dagirkeran digirin.

ŞERVANÊN YPJ'Ê BERÊ XWE DANE SERKETINÊ

Şervana YPJ'ê Delal Çiya anî ziman ku zêdeyî 2 meh in li eniyên pêş ên Tişrînê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan, ew parastina xwe dikin, li ber xwe didin û got, "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên xwe yên hewayî û bejahî hîn jî nekariye encamê bi dest bixin. Êrîş teqez bê bersiv namînin. Piştî her êrîşê derbeke giran dixwin, poşman dibin û direvin. Şervanên YPJ'ê di nava berxwedaneke mezin de ne. Li dijî vî şerî îradeya me mezin e. Me berê xwe dane serketinê. Serketin wê ya me be."

Delal Çiya berxwedana gel a li Bendava Tişrînê silav kir û got, "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gel, nîşaneya xitimîna çeteyan e. Bi êrîşên li ser gelan re dixwazin tolê hilînin lê belê gel ax, av û bendava xwe diparêze û di vê yekê de bi biryar e. Hêza dewleta Tirk a dagirker nemaye, bêhn lê çikiya ye û Tişrîn wê bibe cihê nefesa wan a dawî."

JI BO EWLEHIYA GELAN BERXWEDAN WÊ DEWAM BIKE

Delal Çiya bal kişand ser berxwedana şervanên YPJ'ê û got, "Çawa ku YPJ di her pêngav û şer de pêşengî kir, îro jî li Tişrînê pêşengiyê dike. Li gel teknîka bilind jî nekarîn berxwedana me bişikînin, têkoşîna me dewam dike. Nobeda gelan a li Tişrînê bi hemû rengên xwe moraleke mezin da şervanan. Hêrsa gelan hêrsa me hîn mezin dike. Ji bo ewlehiya gelan em ê berxwedana xwe dewam bikin."