Komploya 15’ê Sibatê li Krasnodarê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li herêma Krasnodarê ya Rûsyaya Federal dijîn li hev civîn û komploya navneteweyî, ku di 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo pêk hat, şermezar kirin.
Kurdistaniyên li herêma Krasnodarê ya Rûsyaya Federal dijîn li hev civîn û komploya navneteweyî, ku di 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo pêk hat, şermezar kirin.
Daxuyanî li avahiya Mala Kurda ya herêmê pêk hat. Endamê Rêveberiya Saziya Zagros Feyzoyê Hisên axivî û komploya li ser Rêber Apo şermezar kir.
Hisên wiha axaftina xwe dewam kir. “Em wek Kurd çarenûsa xwe û azadiya xwe di berxwedana Rêber Apo de dibînin. Heta ku Rêber Apo azad nebe Kurd jî azad nabin, ji ber ku Rêber Apo pirsgirêka Kurd bi şer û têkoşîn gihande asta cîhanê û bi mirovahiyê da hisandin ku em wek gelê Kurd xwedî maf û azadî ne. Ji ber wê jî 24 dewletên mezin ku bi komployeke nemerdane û bêwijdanî Rêber Apo girtin û teslîmê dewleta Tirk ya dagirker kirin. Di vê serdemê de gelê Kurd bi berxwedanî û hêza şervanên xwe û bi pêşengtiya jin û ciwanên ku hêza xwe ji Rêber Apo digrin, wê bi ser bikeve."
Her wiha Hisên bal kişand ser berxwedana ku li Rojavayê Kurdistanê dimeşe û got: “Ev nezî du meh in li Bendava Tişrînê ya ku bi navê xwe yê nû Bendava Şehîdan e, êrîşên nemirovane tên kirin. Gelê me di nava berxwedanê de ne û şehîdan didin. Em berxwedana wan pîroz dikin."
Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir. “Em wek gelê Kurd bi bawerî û dilsoziya xwe a bi Rêber Apo re girêdayî ne. Dijmin çiqas êrişan bike jî nikarê vîna gelê Kurd tune bike. Em wek gelê Kurd ên Rûsyayê, di wê baweriyê de ne ku fikir û felsefeya Rêber Apo wê bibe çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest. ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin û em bi hêvî ne ev sal bibe sala azadiyê. Dîsa jî em wan dewletên komploger şermezar dikin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo” û “bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.