Li Brukselê 100 hezar kes daketin qadan

Li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.

ÇALAKIYA BRUKSELÊ

Di meşê de ku bi banga sendîkayan pêk hat û komên cuda yên pîşeyî tevlî bûn, kêmkirina xizmetên cemaweriyê û polîtîkayên nû yên hikumetê hatin şermezarkirin.

Li gorî federasyona karkeran FGTB'ê 10 hezar kes, li gorî polîsan jî 60 hezar kes tevlî bûn.

Meşê saet di 11:30'î de ji stasyona metro ya Trôneyê destpê kir û heta Gare Du Nordê dewam kir.

Çalakgeran xwestin xizmetên cemaweriyê û mafên civakî bêne parastin.

Di dema çalakiyê de li nêzî navenda giştî ya partiya Engagésê rageşiyê rû da. Komek ji sed kesî hêk, lîmon û boyax avêt polîsan. Piştî ku polîsan rê li trafîkê girtin, di navbera xwepêşandêran û polîsan de şer qewimî. Polîsan ji bo belavkirina xwepêşandêran gaza ku çavan dişewitîne bi kar anîn.

Sendîkayên Sosyalîst û Xiristiyan diyar kirin ku ev çalakiya şermezarkirinê gava destpêkê ya berxwedaneke berfireh e.

Roja çalakiyê ya neteweyî bandoreke cidî li xizmetên çûnûhatinê jî kir. Wesayitên girseyî yên nava bajêr di asta rawestandinê de bi bandor bûn.