‘Meşa Azadiyê’ di roja 4’an de gihişt Stuttgartê
Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destpê kir, di roja 4’an de gihişt bajarê Stuttgart ê Elmanyayê.
Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destpê kir, di roja 4’an de gihişt bajarê Stuttgart ê Elmanyayê.
Enternasyonalîst û ciwanên Kurd ên ku ji gelek bajarên Ewropayê beşdar bûn, plan dikin ku meşa ku di 10’ê Sibatê de dan despêkirin li bajarê Strasbourg ê Elmanyayê temam bikin.
Çalakvanan di saetên siharê de li pêşiya Stasyona Trenê ya Offenburgê li hev civiyan û ber bi navenda bajarê Offenburgê ve dest bi meşê kirin.
Di tevahiya rojê de zêdeyî 19 kîlometre meşiyan. Di saetên êvarê de jî wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Lahrê semînera bi sernavê “Têkoşîna Enternasyonal” bê lidarxistin.
Kesên ku ji welatên cuda hatine jî beşdarî semînerê bibin û nîqaşên li ser têkoşîna hevpar bên kirin.
Roja 5’an a çalakiyê 14’ê Sibatê di saet 08:00’an de li Qada Park Freiburg Golf Dietenbachê destpê bike. Çalakvanan ji kolanên herî qerebalix ên Freiburgê derbas bibin û meşa bi qasî 8 kîlometreyan bikin. Di dawiya rojê de wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bernameya bi sernavê “Xwendina Rêbertî” bê lidarxistin.
Roja 6’an a meşê û dawiya wê 15’ê Sibatê di saet 07:00’an de bi otubîsan ber bi Strasbourgê ve here. Çalakvanan wê li cihê meşa navendî ya Strasbourgê li hev bicivin û çalakiyê bi dawî bikin.