Bîlançoya li Munchenê giran bû: 28 birîndar
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê wesayitekê da nava girseya gel û bi dehan kes birîndar kir. Rayedar qala îhtimala êrişê dikin.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê wesayitekê da nava girseya gel û bi dehan kes birîndar kir. Rayedar qala îhtimala êrişê dikin.
Polîsên Elman diyar kirin ku di êrîşa bi wesayitê de ya li Munchenê 28 kes birîndar bûn, ku rewşa hin ji birîndaran giran e.
Şaredarê Munchenê Dieter Reiter ê ji SPD'ê diyar kir ku di nava birîndaran de zarok jî hene.
Şaredar roj ji bo Munchenê weke 'roja reş' pênase kir.
AJOKAR EFGANEKÎ 24 SALÎ YE
Serokê hikumeta herêmî ya Bavyerayê Markus Soder (CSU) di cicîna çapemeniyê de têkildarî bûyerê qala 'êrîşeke gengaz' kir.
Berdevkekî polîsên xwecihî jî ji rojnamevanên li cihê bûyerê re got, kiryar penaberekî Efgan ê 24 salî ye.
Wezîrê Karên Hundir ê Bavyerayê Joachim Herrmann jî anî ziman ku kiryar bi rengekî qanûnî li welêt e, lê belê serlêdana wî ya penaberiyê hate redkirin.
Berdevkê polîsan Thomas Schelhorn diyar kir ku ew têkildarî naveroka bûyerê lêkolînê dikin.
Ev bûyer çend hefte piştî êrîşa bi wesayitê ya kujer a li Magdeburgê hate kirin û di dema kampanya hilbijartinê de pêk hat ku mijara ewlekariyê yek ji rojeva sereke ya hilbijartina 23'ê Sibatê ye.